Silêmanî – Cenazeyê Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî) ji Parîsê gihîşte Silêmaniyê û niha li Mizgefta Ehmed Hacî Elî ye. Piştî rêûresma olî wê berbi Şehîdgeha Qendîlê ve were oxirkirin.
Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil ên 23’yê Kanûnê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hatin qetilkirin, îro li Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê werin oxirkirin.
Cenazeyê Şehîd Evîn Goyî bi riya Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê gihîşte Silêmaniyê.
Cenazeyê Evîn Goyî bi merasîmeke girseyî hate pêşwazîkirin û Dirûşmên, “Şehîd namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Tolhildan” hatin qîrîn .
Cenaze ji balafirgehê rakirin Mizgefta Ehmed Hacî Elî û li wir piştî rêûresma olî wê berbi Şehîdgeha Qendîlê ve were oxirkirin.
Cenazeyê Şehîd Evîn Goyî wê li Şehîdgeha Qendîlê bi tevlîbûna malbata wê û welatparêzan bi merasîmekê were veşartin.
Ji bo Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) ê ji Tevgera Çandê ku di 23’yê kanûnê de li paytextê Fransayê Parîsê di êrişeke çekdarî de hate qetilkirin dê îro li bajaroka Ewran a girêdayî navenda Mûşê, ji bo Abdûrrahman Kizil jî dê li navçeya Kaxizman a Qersê merasîmeke cenaze ya girseyî bê lidarxistin.