KOBANÊ- Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firat bi dirûşma ” Em ê rêya têkoşîna azad a Sakîne û Evînan mezintir bikin”meşek li dar xist û şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê bi bîr anîn.
Meş ji qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê dest pê kir û li çarxerêya Jina Azad bi dawî bû. Di meşê de siloganên “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin û wêneyên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hildan.
Li qada Jina Azad berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firat Firyal Temî axivî û şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn.
Temî got: ʹʹBi nêzîkbûna salvegera 10ʹemîn a komkujiya Yekemîn a Parisê re, desthilatdaran carek din kesayet û têkoşerên li Parîsê qetil kir, ji her kesî re eşkere bûye ku dewleta Tirk van komkujiyan pêk tîne.ʹʹ
Temê da zanîn ku tevahî pergalên serdest dizanin ku jin gelên azad bi rê ve dibe, ji ber vê yekê hewl dide ku îradeya jinan bişkînin û têkoşerên ku dixwazin civakek azad ava bikin, tune dike.
Çalakî bi berzkirina siloganan bi dawî bû.