MEXMÛR- 10 sal berê damezriner û kadroya pêşeng a PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) li paytexta Fransa Parîsê, ji aliyê Dewleta Tirk a faşîst ve hatin qetilkirin.
Yek ji mamosteyê Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) Cemîl Kara ku bi şehîd Sara re maye qala bîranîn û diyalogên ku di navbera wan de çêbune ji ajansa me re parve kir.
Mamoste Cemîl Kara di destpêkê de di kesayeta Şehîd Sara de hemû şehîdên şoreşê û têkoşerên pêşengtîya jin kirî bi rêzdarî li beramberî tevahî şehîdên di vê oxirê de canê xwe feda kirine bibir anî û got: “ Di 2003’an de, heval Sara demekê dirêj weke rêveberîya qada perwerdê û hem jî em bêjin dersên îdeolojîk weke perwerde da me mamosteyan. Dema min heval Sara naskir bi rastî ji kesekê ji durve nas bike rastî ji ev kesayetê vî hevalî çawaye, rastî jî ji bona me wisa bu qasî tu bêjî dil nizim û mitevazîtî bu. Dema me Heval Sara didît, tu caran ji tu kesê ne direvî. Kuderê te ditîba, li kijan alanê baya û li kijan cihî baya, sohbeta ku bi tere dikir sohbetek pir xwezayî bu. Heval Sara dikarî bi zarokek re jî bikeve niqaşê. Ez weke mamosteyek gelek caran bi rastî diçûm cihê heval Sara me bi hevre niqaş dikir. Gelek caran ji hevala Sara şiret dikir digot: “ Tenê xwendin, pirtûk xwendin û pêşxistin” di got ji derveyî vê demê xwe yê vala baş binirxînin.
Min heval Sara di sala 2009’an de di qada çiya de dît heman demê. Cara herî dawî, li wir jî qederekê me li gel hev nîqaş kir. Heval Sara jî niqaşan têr ne dibu ne digot bese. Em gelek caran gel hevdu dirûniştîn û herî zêde zêde qala zarokên Mexmûr dikir. Heval Sara gelek bi zarokên Mexmûrê ve girêdayî bû. Dikarim bejim ku dilê Heval Sara her tim ji bo wargehê, ji bo zarokên wargehê lê dida. Ji ber ku te kengê heval Sara ditîba, destpêkê pirsa perwerdê dikir; perwerde çawa dimeşe, rewşa mamosteyan çawaye û reşa zarokan çawaye pirs dikir. Dikarim bêjim ku heval Sara hemû caran ji dilê wê bi gelê Mexmûrê re lê dida, kesayetek wisa bu. Li gorî ku min naskîrî, niqaş pêre meşandî aliyekê xwe yê hestiyarî jî pir pêş bu. Her kîjan mamoste ditîba, kijan xwendevan dîtîba û kijan ferdek yê vê civakê ditîba heval Sara zu bi zu bernedida. Yanî niqaş dikir. Ûslubek ya heval Sara wisa hebû; mutevazî û dilnizmî, yanî hemû caran beramberî hemû kesan ûslubê wê nerm bu.”
Mamoste Cemil di berdevamîya axaftinên xwe de bal kişand li ser hevaltiya şehîd Sara û wiha got: “ Gelek caran em diçûn gel heval Sara, hevaltiyek pir germ li gel wê hebû. Gelek caran dema em di civinan de, navberan de em diçûn gel heval Sara, heval Sara tu ferq û cudahî nedixist nava kesan de. Bi herkesê re heval bu, bi herkesê re niqaş dikir. Ji bo her kesê nesîhet, şîret dikir û hemû nesîhetên wê ji bo perwerdê bûn. Ev di wargehê de jî bandora xwe kir. Qasî ku me heval naskir, dema dihat gel te û te xwatir jê dixwast heya nîvê rê bi mere dihat me wisa rê dikir. Mirov ji sohbetê wî hevalî têr ne dibu. Rastî ji dema mirov cem heval Sara dima mirov xwe rehet hîs dikir, hevaltî û sihbetên ewqas ji dil û can bûn. Karê wê hebaya ne baya tu cara ne di got karê min heye, neyê cem min ya jî ez kesê re neaxivim, yanî her tim xwe ji bo mirov vala dikir, digot “hûn kengî bên, çi dem seet û deqe be werin.”
Cemil Kara di qedandina axaftinên xwe de got: “ Bi rastî mirov çiqas bêje di derheqê pêşengek rexistinê de mirov nikare heqê wê bide, bi du gotinan ji nikare kesayeta heval Sara bîne ser ziman, tiştê ku me ji hevala Sara fêm kirî emê di jiyana xwe de heya dilopek xwîna me hebe emê ala ku teslimî me kiri emê ji bo xwe bingeh bigirîn û hemû caran pey doza heval Sara û hemû şehîdan bimeşin. Ez dubare salvegera şahadeta heval sara de hemû komkujiyên li ser pêşengên jin pêk tên şermezar û lenet dikim. Jin Jiyan Azadi ye ev têkoşîn çiqasî mezin dibe pêşengtiya wê ji we jin bikin.”
NC// Rizgar Adanmiş