NAVENDA NÛÇEYAN – Pir însanên weke we xort yanî nezanbûn, rabûn ser xwe, ser lingê xwe. Me ew rakirin didan, gayret didan tunne. A muhîm dîsa di virde emê karê partîyê bikin û em li ser jiyanê sekinîn. Hazirî pêşve çûn. Di destpêka havînêde derket ku dijmin aşitiyê naxwaze, bi siyasî halkirina meseleyan naxwaze, derket ku yê naxwaze dijminê û di alemêde me evtişt îspat kir. Di nava gelde ji, bêhtir gel biryar da ku dijmin bi şer tê sekinandin, derveyi şer bêhtir dijmin ji tişteki fêhm nake û tiştekî nade mîrov. Qirar mezin çêbû û gel û partî û alemê jî dît ku dijmin bi aşitî, bi siyasî pêşveçûnê naxwaze. Dijmin teng bû xwe ji dorê dan alî. Û li ser vê ji dawiya buharê heta niha hûn dizanin hamleyeke mezin dimeşe. Dijmin pir xurt bi ser mede hat, mîrov dikare bêje bi hemû quweta xwe bi ser mede hat, lê wekê berê nikaribû em li paşxistana, di virde niha çi bû? Li ser esasê şer em xurt sekinî bûn, dîsa di hêla jiyana partiyêde me hinek heval xurt bi serde meşandin, vana bû netîce û niha şer ji sala çûyî bêhtir kêm zirar û bêhtir di rêka serkeftinêde dimeşe. Bêhtir heval niha dibêjin ku “me çima heta niha wiha nekir? Me çima bi xwe lîst, wiqas darbe xwarin û niha va tişta wiha bi ser dikeve?” Şaş dibin.
Çima şaş dibe? Tiştê me berê gotin li ser nesekinîn, qiymet nedanê ji bo vêye. Niha hûn lê dinêrin ku dijmin nikare di welatde gavê biavêje, li hember gerilla nikare gavê xurt çeke, tenge. Çiqwas guwetên dunyê, çîgwas teknîkê dişixulîne, nikare bi serkeve. Bêhtir em li her alî usûla gerîlla bişidînin, çi di şerê gerîllade tê xwestin em bikin, dijmin nikare nefesekê bikişîne. Niha ev li hember hevalan îspat dibe. Li hemberî gel bawerî mezin çêbûye û niha dibêjin emê nîvê salê jivê şûnde çawa bi ya xwe kin. Niha bi rastî yanî mîrov dikare nîvê salê bêhtir bi ya xweke. Tengiya mezin destpêk bû, destpêka salê bû. Dîsa hazirî bû û niha hamle di nivê salêde di bin înîsiyatîfa partiyêde di hamleya mede dibe û her roj ji Kurd bi girar dimeşin. Divirde mîrov dîsa xwe nexapine, her roj hûn ji şer dersan bigrin. Welat nîvê nîv dikeve bin hakimiyetê mîrovde, dijmin jî dikeve tengahiyê ku berde welat, dibêje bi çi awahi ez bi selametî xwe jê derxim, darbeyan nexwim, wê wiha bifikire û bêhtir firsend çêbû ku valabûn çêbû, mîrov xwe dike artêşa gel, serhildana gel mezin bike û tu welat dike ya xwe. Niha di vê merhaleyêde, divê nivê salêde herkes xwe bişidîne li ku, li çi cihî çi ji bo welat dibe ya mîrov? Mîrov dikare jiyanê serbixwe û azat bike. Tabî heta niha hevalan bawer jî nedikirin, gel jî bawer nedikir, digotin ne mumkune. Vaye dîsa bi ser mede te. Barzanî, Talabanî, bi rastî mîrov dikare bêje ku di 24 seatanda wê xwe biavêtana derve. Wexta çend top dihat, ser wana, hûn dizanin di şerê Başûr de di ’75’ande dîsa wiha kirin, di ’88’ande, di ’91’êde çend top dihatin ser nîv milyonek însan revandindan. Niha yê me li Botanê tenê bi hezaran bombe diavêje, bi tanqan, bi topan diavêje, bi helîkopteran diavêje, bi hemû firokeyên wekî din jî diavêje, ne yek heval direve û ne jî kes darbê dixwe.
Bi rastî yanî ku li şûna me ew bûnaya, yek ji wana nedima. Çima? Xeta serokiyê, ustûla şer, cesaret, fedekarî vî tiştî wiha çêdike. Serokên evên di fedekariya wana, cesareta wana, usûla şer, xeta wana tune. Çi heye? Rev, teslîmbûn heye. Jî xew şevê, xwarin û vexwarinê bêhtir tu rê li ber wa tune. Di rêka serxwebûn û azadiyêde, di rêka şerde mayin heye? Na. Herkes dibêje çima wiha dibe. Dijmin di destpêkêde digot “emê di du mehanda vana hilîni”, digot heta niha bûn 28 serhildan çêkirin me tev gedandin, emê ya 29’an jî wiha biqedînin. Îroj ew partiyê Demirel çi dibêje? “Wê şer devam bike wê dirêj bike, divê em şer û jiyana xwe bi hevre bimeşînin.” Vêna îtîraf dike. Vê serhildanê nikare bişkîne, ne wekê berêye. Çima? Serokatî ne wekê yên berêye. Usûl jî ne wekê berêye, şer ne wekê berê dibe. Dijmin teng dibe, emê bi serdikevin. Berê dijmin bi serdiket, em dimirin. Niha hûn jî gel jî baş dibînin yekî digot kes ne bi merebe em nikarin nefesekê bikişinin, niha dibînin ku dijmin nikare nefesekê bikişîne. Niha hûn hemû dizanin ku mirin heye, lê mîrov mirinê bi çi awahî li hember dijmin bike nemirin. Ku mîrov li hember dijmin mezin şer bike, vaya dibe nemirin. Min di destpêkêde digot, tiştekî min tuneye ezê çawa bimeşim, yanî dîsa dikarim bêjin kesên ewqas xwedi aşîret, xwedî îmkan, xwedî sîlah hebûn, rabûn nikarîbûn tiştek bikrana, tê ji tunebûnê çi bike? Yanî ku ez bi nêrîna kevinre bûma, bi nêrîna bavpîrên xwe re bûmaya divî bû navê Kurd ji holê rabûya. Lakîn min li nêrîna kevin bawer ne dikir. Min nêrîna ilmî rast dît, ji bo însanên xwe ev tişt rast dît û me bi xwe qirar da û em meşiyan, netîce, em wiha lê dinêrin ku bi rastî yanî mîrov dikare her tiştî bike. Ji wê tunebûnê me ev tiştan çêkirin, niha ji viqas hebûnê mîrov dikare tiştên mezin di alemêde, xwe serê xwe mîrov çêke. Di vê demêde vaye di vê orta havînêde tiştê li pêşiya mîrov eve. Ne ku bêjin hûn nikarin berxwedanê bikin wê dijmin qirkirinan çêbike, na, li hemû aliyê Kurdistanê gerîlla dibêje ku em wiha herin em xurt dibin, dijmin nikare tiştekî bike, operasyonên wana hemû vala derdikevin û em bi serdikevin, em pir dibin, mezin dibin. Ev îspateke ku em xwe bişidînin bi rasti yanî serkeftin esase. Gihêştina serxwebûn û azadiyê ne tişteke. Ev jiyana em dixwazin çêbûye wihaye û ne mumkune ku dijmin wekê berê wiqas li pêşyê bisekine û dîsa em li ser xwe bisekînin, di her alîde xwe çêbikin tiştek ne mumkune ku ji destên me bifilite. Em çi bi qirarkin, xwe bi serdin, emê xwe bigihîninê. Bixwazin di kîjan çiyayîkevin, kîjan gundî kevin, kîjan bajarîkevin, bixwazin bi ser kîjan qirarêde herin, kîjan gundî bi ya xwekin, tev dikarin. Lî gorî wê quwetê çêkin, li gorî wê bi serde herin, her roj, li her alîyê welat, ji Serhedê bigir heta Dersimê, ji çiyayê Zagrosê bigir heta Torosan li hemû deran mîrov dikare her tiştî bike.
ABDULLAH OCALAN