NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) banga rêxistiniyê li ciwanan kir.
Di daxuyaniya HBDH’ê de ya ji bo jin ên ciwan, karker ên ciwan, xwendekar û bêkar ên ciwan hate weşandin, wiha hate gotin, “Têkoşîna li Tirkiye û Kurdistanê bandorê li her beşa civakê dike û mezin dibe. Şêwe û tundiya şer ji ya beriya niha cudatir e. Ev pêvajo ji ailyekî ve hemû beşên civakê mîna mengeneyekê difetisîne, li aliyê din jî derfetên ji bo rizgariya ji vê yekê diafirîne. Mirovên me ku di nava tarîtiyekê de bênefes têne hiştin, li rêyeke rizgariyê digerin. Ev yek şerekî mezin e û em di vî şerî de gihîştine qonaxeke nû. Em di nava pêvajoyeke welê de ne ku guhertinên mezin dikarin bêne kirin.
Hem di tarîtiya tê ferzkirin de, hem jî di têkoşîna li dijî vê yekê de ciwan li refên herî pêş in. Jin ên ciwan, karker ên ciwan, bêkar û xwendekar; her tiştên bi serê wan ve tê ji xwe re dikin hinceta raperînê. Ciwanên me bi vî rengî pêvajoyê pêşwazî dikin.
Ji bo ciwanan di nava sîstema kapîtalîst de qada jiyanê nemaye. Em vê rastiyê li dibistanên ku veguherîne leşkergehan, li febrîqe û kargehên bûne mîna zindanê, li kolanên ku veguherîne çeperên dijmin dibînin. Bi zext û polîtîkayên tepisandinê hewl tê dayin ku îdeolojiya paşverû ya faşîzmê bi ciwanan bidin qebûkirin. Bi rêbazên perwerdeyê yên antî-demokratîk êdî mirov nikare qala perwerdeya akademîk bikin. Yên ku bi zor û zehmetiyeke mezin mezûn dibin, keda wan tune tê hesibandin û bêkar dimînin. Ciwanên ku ji ber krîza aboriyê nikarin xwendinê dewam bikin, tevlî kar dibin. Li nava kar jî pirsgirêk girantir dibin. Bidestxistina pêwîstiyên jiyanî li aliyekî, ciwan ketine nava derdê bidesxistina heqê xwarinê. Mîna hêza erzan a kar têne dîtin û di nava şert û mercên gelekî giran de têne xebitandin. Welê li jin ên ciwan hatiye anîn ku nikarin bi rehetî li derve bigerin. Ger û geşta li derve li aliyekî, êdî dema dimeşin jî tundî li wan tê kirin. Nas an jî nenas, destdirêjiyê li wan dikin. Her roj têne qetilkirin. Hêviyên ji bo paşerojê ji aliyê faşîzm û vê sîstema paşverû ve hatine desteserkirin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Êdî bes e” û wiha dewam kir, “Dema nîqaşkirina pirsgirêkên me ji zûdeyî derbas bûye. Di nava sîstemê de ti rêya çareseriyê nîne. Çareseriya bingehîn a pirsgirêkan tenê bi guhertıneke bingehîn dibe. Dawîanîna li sîstema kapîtalîst û serweriya faşîzmê êdî bûye neçariyek. Ya ku divê em bikin têkbirina wan hêzan e ku vê jiyanê li me ferz dikin.
Wezîfeyên me yên jiyanî ye ku têkoşînê bi rêxistin bikin, şervanên nû tevlî nava refên me bikin û Şoreşa Yekbûyî xurt bike. Divê mirov têbikoşe. Bêyî têkoşînê tiştek bi dest nakeve.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji bo ciwanên li eniya şoreşê ya Kurdistan û Tirkiyeyê dem hatiye ku rahêjin çekên têkoşînê. Dema pêkanîna Şoreşa Yekbûyî ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanan hate kirin ku tevlî nava refên HBDH’ê û gerîla bibin û xwe li nava van refan bi rêxistin bikin.