NAVENDA NÛÇEYAN – Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç ve Cengîz Yureklî ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê bindest Abdullah Ocalan re ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 21 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran ji bo ditîna Rêber APO, hefteyê du caran serlêdan dikin, lê bersiveke erênî an jî nerênî ji bo serlêdanan nayê dayîn.
Qedexeya hevdîtina bi Rêberê Gelê bindest Abdullah Ocalan re di 18’ê Cotmehê de qediya. Li ser vê yekê jî ti bersiv ji serlêdanên malbatan ên li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê re nehat dayîn.
Ji parêzerên Rêber APO Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîbûn. Ji wê demê û vir ve parêzer nikarin bi Rêber APO Ocalan xwe re hevdîtinê bikin.