NAVENDA NÛÇEYAN – Zêdeyî 21 meh in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelên bindest Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim nayê wergirtin.
Parêzerên Rêberê Abdullah Ocalan û malbata wî bi rêk û pêk ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin, lê belê bi hinceta ‘cezayê dîsîplînê’ û ‘qedexeya hevdîtinê’ serlêdan têne redkirin.
Herî dawî di 9’ê Îlona 2022’yan de ‘cezayê dîsiplînê’ li Ocalan û girtiyên din hatibû birîn û di 9’ê Kanûna 2022’yan de qediya. Piştî ceza qediya, parêzeran di 15 û 23’ê Kanûna 2022’yan û 3’yê Çileya 2023’yan de 3 caran hem serî li girtîgehê hem jî serî li dozgeriyê dan, lê belê serlêdanên wan bêencam man.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ji parêzeran re ragihand ku qedexeya hevdîtinê ya nû ji bo 3 mehan dane malbata Rêberê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din. Ev qedexe di 4’ê Çile de hatiye birîn. Dadgeriyê hinceta qedexeyê jî wek ‘cezayê dîsiplînê’ nîşan da. Lê belê li ser sedema danîna cezayê qedexeyê û dîroka ceza tu agahî nehatin parvekirin.
Parêzerên Rêberê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din di 10’ê Çile de îtîrazî biryara qedexeyê kirin. Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê di heman rojê de serlêdana parêzeran red kir.
Parêzeran ragihandin, ku ew ê li dijî biryara qedexeya hevdîtinê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.