NAVENDA NÛÇEYAN – Divê mirov di jiyana min de aliyekî dualî baş fêhm bike. Ew jî reva ji Kurdîtiyê yan jî berevajiyê wê min berê xwe da Kurdîtiyê. Li gorî qirkirina çandî şert û mercên revê li her deverê hazir û nazir bûn. Her tim rev tê teşwîqkirin. Tam jî di vê nuqteyê de pîvana exlaqî dikeve dewreyê. Di berdêla rizgariya ferdî de reva ji civaka xwe çiqasî rast e, yan jî baş e? Min heta bi sala dawî ya zanîngehê xwend û ya rastî ev dihat wê maneyê ku min bi awayekî ferdî xwe xilas kiribû û ev yek misoger kiribû. Tam jî di vê demê de min dest bi Kurdîtiyê kir û vê jî vegera li pîvana exlaqî îfade dikir. Di çarçoveyeke sosyalîst de pêkan bû ku ev civak ne Kurd bûya, dibe ku civakeke din jî bûya. Lê dîsa jî divê tu xwe ji sedî sed bi diyardeyeke civakî ve girê bidî da ku tu karibî bibî ferdekî bi exlaq. Eşkere dibû ku ez ê nebûma ferdekî bêexlaq. Ez li vir têgîna exlaq bi maneya etîk, ango bi maneya teoriya exlaq bi kar tînim. Naxwe ez li vir behsa exlagiriyeke paşvemayî nakim, mînak behsa kesekî tevahiya temenê xwe bi malbatekê ve yan jî bi komeke weke wê ve girêdayî dimîne nakim. Ji ber ku girêdana bi diyardeya Kurd û rewşa wê ya bi pirsgirêk ve bi tenê weke etîk bi exlaq dibe. Rewşa Kurdan a ji sedî sed koletî bû –ku hê jî bi vî rengî ye –ji sedî sed nehişt ku ez xeyal bikim “jiyana azad pêkan e”. Ez bi vê îqna bûm: Dinyayeke min tineye ku ez têde azad bijîm. Li vir min zindana derve û hundir gelekî da ber hev. Di encamê de ez pê hisiyam ku girtîbûna li derve ji bo ferd bêhtir bi tehlûke ye. Ferdekî Kurd xwe li derve azad bihesibîne û bijî, ev ê xwe xapandineke mezin be. Jiyaneke di bin xwe xapandin û derewê de derbas bibe, jiyanek e ku ji dest çûyiye, û xiyanet lê hatiye kirin. Encama min ji vê bi dest xistî ev e, ez li derve bi tenê bi şertekî dikarim bijîm, ango ez bîstûçar saetê rojê ji bo hebûn û azadiya Kurdan (di şertên kapîtalîzmê de ji bo kedkarên Tirk) têbikoşim pêkan e. Ji bo Kurdekî bi rûmet û bi exlaq, jiyan ji sedî sed bi têkoşîna bîstûçar saetên rojê yên ji bo hebûn û azadiyê pêkan e.
Min dema bi vê pîvanê jiyana xwe ya derve dipîva, min qebûl dikir ku ez bi exlaq rabûme. Di berdêla vê de kuştin an jî ketina zindanê li gorî xwezaya şer e. Li gorî ku jiyaneke bêyî şer sextekarî û bêrûmetî ye, kuştin an jî xweragirtina li zindanê li gorî xwezaya çalakiyê ye. Ez divê xwe li şert û mercên zindanê ragirim, ev li gorî sedema min a jiyanê ye. Çawa ku mirov nikare rûyê xwe ji têkoşîn, her şêweyê şer ê hebûn û azadiyê ba bide, divê mirov zindanê jî weke encam qebûl bike. Ji ber ku tu ji bo jiyana azad têdikoşî û bêyî wê jî nabe. Eger mijar Kurd be, û ew Kurd jî bawer bike ku sosyalîst e, û eger di bin fermana lîberalîzm, kapîtalîzm an jî fanatîzmeke dînî ya çeloxwarî de nebe, ji bilî şerê ji bo jiyaneke exlaqî û etîk, li derve ti tiştekî tu bikî û cîhaneke te ya tu lê bijî tineye. Dema ku min di çarçoveya vê têgînê de li jiyana hevalên di zindanê de temaşe kir, min dît ku bi awayekî gelekî ciddî xwe dixapînin. Bi wan dane bawerkirin an jî wan bi xwe daye bawerkirin ku li derve jiyaneke azad a mirov pê rabe heye. Jixwe dema mirov ji aliyê sosyolojîk ve rola zindanan analîz bike, mirov ê bibîne rola wan ew e, li cem mirov hêviyeke azadiyê ya qelp biafirînin. Di şertên modernîteyê de zindan bi girîngî li ser vî bingehî hatine avakirin. Dema mirov ji zindanê derketine, du rê li ber wan hebûn; yan bi sextekarî û derewê jiyan qebûl kirine. Di vê rewşê de, divê mirov hêviya jiyaneke şoreşgerî, exlaqî û bi rûmet ji wan neke, bendewariyên bi vî rengî tewş in, pûç in. Yan jî pratîka zindanê wê wan bistewîne, bigihîne. Bi vê gihiştinê wê têkoşîna xwe ya civakî bêhtir bi awayekî serketî bi cih bînin.
Girtîgeh malên islahkirinê nînin, ew mekan in ku li wan mirov erkên xwe yên exlaqî û îradî bi xurtî hîn dibin. Heman xusûs ji bo şervanên azadiyê yên derketinê serê çiyan jî di cih de ne. Mirov bibe gerîllayê azadiyê ev tê wê maneyê ku mirov di asta herî jor de erkên xwe yên exlaqî û polîtîk der barê civakbûyînê de bi cih tîne; bi bîrewerî û exlaqî li ser vê erkê ye; ji bo azadbûyînê, erkên der barê xweparastinê de pêk tîne. Mirovê bibe gerîllayê azadiyê, ne ji bo ku bandora xwe ya ferdî zêde bike yan jî bibe desthilatdar, dibe gerîlla. Eger ne wisa be, ev ne şervantiya azadiyê ye, ev şervantiya ji bo desthilatdariyê ye. Yên bi vî awayî, derketina wan a çiyê û daketina wan exlaqî û civakî nîne. Jixwe yên bi vî awayî, kengî tiştên hêvî dikin nebînin, bi hêsanî xiyanetê dikin. Erkên xwe yên civakî li ti qadê bi cih nayînin. Tişta ez dixwazim bibêjim ev e: Kesên hebûna wan di nava koletiya mutleq de, heta kesên ji hev belav dibin, li ku dibin bila bibin xisletên her deverê ji bo wan yek in. Bi awayekî hundir xirab e, derve baş e, kesê bi sîleh xirab e, kesê bê sîleh baş e, bi vî awayî kategorîzekirin hewldana esasî ya têkoşîna ji bo hebûn û azadiyê naguherîne. Jiyana mirov kengî azad bibe maneyeke xwe heye, naxwe li ku dibe bila bibe, ew der her tim zindaneke tarî ye.
Têgîna diduyan bi ya yekê ve girêdayî pêşketina têgihiştina li heqîqetê ye. Di zindanê de ji bo mirov karibe xwe ragire dermanê bi tenê bipêşxistina têgihiştina li heqîqetê ye. Bi awayekî giştî bi hêz têgihiştina li heqîqeta jiyanê tê wê maneyê mirov li bêhnika herî bi kêf û tahm serwext dibe, ya rastî li jiyanê serwext dibe. Eger mirov bi awayekî rast serwext bûbe çima dijî, li ku dibe bila bibe jiyan jêre ne pirsgirêk e. Lê jiyan hertim di nava şaşî û derewan de derbas bibe wê maneya xwe ji dest bide. Bi vî awayî wê diyardeya jêre rizîna jiyanê dibêjin derkeve holê. Bêkêfî, nerehetî, şer, dijûn encamên xwezayî yên jiyana riziyayî ne. Jiyana mirov ji bo kesên têgihiştina wan li heqîqetê pêşketî, bi temamî mûcîzeyek e. Jiyan bi xwe çavkaniyeke mezin a coş û heyecanê ye. Di jiyanê de maneya gerdûnê veşartî ye. Mirov çiqasî li vê razê hayil bibe, di zindanê de be jî pirsgirêka wî ya xweragirtina li jiyanê çênabe. Jixwe eger zindan ji bo azadiyê be, tişta li wir mezin bibe têgihiştina li heqîqetê ye. Jiyana bi têgihiştina li heqîqetê mezin bibe, êşên herî mezin jî dikare veguherîne şadî û bextewariyê.
Ji bo ez li diyarde û pirsgirêka Kurd serwext bibim, fêhm bikim û derfetên çareseriyê bihûnim Zindana Îmraliyê ji bo min tam bû qadek ku ez lê şerê heqîqetê bimeşînim. Li derve bêhtir gotin û çalakî xwedî hukim bûn, lê li zindanê mane bi hukim e. Fikrên ku min di parêznameyan de li ser felsefeya siyasetê bi awayekî berfireh û berbiçav anîne ziman, gelekî zor û zehmet e ku min li derve bianiya ziman. Ji bo têgihiştina li têgîna siyasetê bi xwe gelekî hewldan divê, têgihiştineke bi hêz a heqîqetê divê. Gotina min a “ez hûrûkûr hayil bûme, ez dogmatîkekî pozîtîvîst im”, têra xwe têkiliya xwe bi tecrîdê re heye û bi tecrîdê re pêkan bû ku ez vê gotinê bibêjim. Di şert û mercên tecrîdê de min bêhtir fêhm kir û serwext bûm ku têgînên cuda yên modernîteyê hene, bi awayên cûrbicûr avakirina modelên neteweyan pêkan in, herweha avahiyên civakî avahiyên bi destê mirovan hatine hûnandin in, û xwezayeke wan a nerm heye. Ji bo min nexasim gelekî girîng bû ku ez ji dewletgiriya netewe bibihurim. Ev têgîn ji bo min demeke dirêj pîvaneke Marksîst-Lenînîst-Stalînîst bû; bi rengê dogmayekê bû ku diviyabû ti carî neyê guhertin. Dema min li ser xwezaya civakî, şaristanî û modernîteyê mitale kir, min dît ti têkiliya vê pîvanê bi sosyalîzmê re tineye û gelekî girîng e ku min ê bidîta, ev desthilatgiriyeke zêde civakî ye, ji şaristaniya riziyayî ya bi çîn maye û bi destê kapîtalîzmê hatiye rewakirin. Lewma di redkirina wê de min dudilî nekir. Eger weke dihat gotin bi rastî wê sosyalîzma zanistî be, di vê mijarê de yên divê bên guhertin divê hosteyên sosyalîzma pêkhatî ango Marks, Engels, Lenîn, Stalîn, Mao û Castro bin. Hosteyên navbihurî xwedî li têgîneke mîna kapîtalîzmê derketibûn, ev şaşiyeke mezin bû û zirareke mezin dabû doza sosyalîzmê.
Her ku min dît kapîtalîzma lîberal hegemonyayeke bi hêz a îdeolojîk e, min analîzên modernîteyê bêhtir bi hêz çêkirin. Min fêhm kir ku modernîteya demokratîk ne bi tenê pêkan e, ji modernîteya kapîtalîst hem rasttir e, hem jî hemdemtir e, û mirov dikare wê pêk bîne. Ji ber ku me nikarîbû em ji têgîna dewleta netewe ya sosyalîzma pêkhatî bibihurin û weke rastiya bingehîn a modernîteyê lê serwext bûbûn, me nikarîbû em bifikirin ku neteweparêziyeke din, mînak neteweparêziya demokratîk pêkan e. Tişta te jêre netewe digot, ma diviyabû ji sedî sed dewletek wê hebûya! Madem Kurd jî neteweyek in, hingê divê ji sedî sed dewleteke wan jî hebe! Lê dema ez li ser diyardeyên civakî ponijîm, min dît ku netewe bi xwe rastiya herî wendabûyî ya çend sedsalên dawî ye, di bin bandoreke bi hêz a kapîtalîzmê de şikil girtiye û nexasim min fêhm kir ku modela dewleta netewe ji bo civakan qefeseke ji hesin e, ya ji bo civakan hêja têgîna azadî û civakbûyînê ye. Min çiqasî fêhm kir ku şerê ji bo dewleta netewe ji bo kapîtalîzmê ye ewqasî di felsefeya min a siyasetê de veguherînên mezin çêbûn. Têkoşîna ji bo neteweparêzî û çînîgiriya teng (herdu bi xwe mirov dibin heman cihî) di encamê de ji xurtkirina kapîtalîzmê wêdetir bi kêra tiştekî din nedihat. Min dît ku ez bi xwe qurbanê modernîteya kapîtalîst im. Her ku çû min dît, zanistên civakî yên modernîte ferz dike, ne zanist in, mîtolojiyên hemdem in, û vê jî bîrbirina min a dîrok û civakê bi hêz kir. Di têgihiştina min a heqîqetê de tam şoreşek çêbû. Her ku min dogma ji hev parçe kirin, min dîrok û civak bêhtir bi xweşî û heqîqetbarkirî nas kirin. Di vê demê de navê min li xwe kiribû li gorî vê yekê bû ango min ji xwe re digot ‘Nêçîrvanê Heqîqetê’. Gotina jiberkirî ya modernîteya kapîtalîst ‘kîvroşk bireve, tajî bigire’, min bi awayê xwe berevajî kiribû û weha digot “nêçîra modernîteya kapîtalîst bike.” Kengî têgihiştina li heqîqetê bi temamî bi pêş ket, hingê em der barê kîjan qada civakî de heta der barê qadên biyolojîk û fizîkî de bifikirin, bi awayekî em bi demên berê re nikaribin li ber hev bigirin, serdestiya maneyê xuya kir. Di şert û mercên zindanê de bi qasî ku min dixwest, min karîbû şoreşên heqîqetê yên rojane bikirana. Hewce nake ku ez bibêjim, hêza berxwedanê ya ku ev yek dide ti tişta din nikare bide.
Bihêzbûna têgihiştina li heqîqetê bandora xwe di warê pêşxistina çareseriyên pratîk de jî nîşan da. Zêhniyeta dewletdarî ya Tirk timî bi pîroztî û taybetî tê biwesifkirin. Dema rêveberî tê gotin timî dewlet tê bîra mirovan. Ev zêhniyet bi awayekî orjînal Sumerî ye, bi xwedatiyê re gelekî pevkeliyan e, timî derbasî nava çandên desthilatdariya Ereb û Îraniyan bûye. Di binyada têgîna yekxwedayî de diyardeyeke bi hêz a desthilatdariyê heye. Li cem Tirkan her ku elîtên desthilatdariyê pêk hatin, belkî jî versiyona çaremîn, pêncemîn a vê têgînê bi pêş xistin. Bêyî ku maneya wê ya etîmolojîk zanibin, timî ji encamên wê bi tesîr bûne. Li cem Selçûqî û Osmaniyan tam bi korfêhmî hatiye meşandin, ya rastî kirasekî bêmane lê kirine. Wer li wan hatiye ku bi carekê ji bo desthilatdariyê bi dehan xuşk û bira, xizm darve kirine. Bi Komarê re kirasek li vê têgihiştinê kirine; ya rastî, têgihiştina dewleta netewe û serweriya neteweyî yên ku vedîtinên Ewrûpayê ne, weke ku ji wan girtin bi desthilatdariyê ve monte kirin. Bi vî awayî dewleta netewe ya Tirk bêhtir bû Levîathanekî bi tehlûke. Kê destê xwe bidayê dihat darvekirin. Dewleta netewe di nava pîrozên mutleq de yek ji yên sereke bû. Nexasim ev ji bo çîna burokratîk bi vî rengî bû. Pirsgirêka desthilatdarî û dewletê di dîroka xwe de bûbû pirsgirêka herî tevlîhev a civakî.