Navenda Nûçeyan – Meşa Dirêj ku her sal bi rengekî kevneşop ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê ciwanan ve tê lidarxistin, îsal di navbera 5-10’ê Sibatê de wê di navbera bajarên Heilbronn û Freiburgê yên Elmanyayê de pêk were.
Meş wê bi dirûşma “Ji bo azadiya Rêber Apo, werin têkoşîna azadiyê” tê lidarxistin. Komîteya Amadekar a Meşê daxuyaniyek weşand û got, “Em bang li ciwanên Kurd dikin ku li dora Rêber Apo bicivin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ciwan hêza herî xurt e. Lewma em nehêlin ku me rawestînin! Em dibin bela li serê sîstema mêtinger û antî demokratîk. Em bang li ciwanan hemûyan dikin ku beşdarî Meşa Dirêj a 2023’an bibin, Rêber Apo azad bikin û îradeya Rêber Apo bi yek dengî bilind bikin. Di şexsê Rêber Apo de em bang li ciwanan hemûyan dikin ku ji bo azadiya jinê, demokrasî û ekolojiyê, bi meşa me re bin. Meş wê 5’ê Sibata 2023’an li bajarê Heilbronnê destpê bike û 10’ê Sibata 2023’an li Freiburgê bi dawî bibe. Werin bibin parçeyek ji meşa me ya azadiyê.”