MINBIC- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbic û gundewarên wê xwepêşandanek li dar xist û tecrîda li ser rêber Apo şermezar kir, her wiha ji CPT’ê xwest ku rewşa tenduristiyê ya rêber Apo eşkere bike.
Şênî, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî xwepêşandanê bûn û wêneyên rêber Apo hildan û sloganên “Bi can bi xwîn em bi te re Ocalan” û “Bê serok jiyan nabe” berz kirin.
Xwepêşandan ji çerxerêya El Mîzan dest pê kir û ber bi stada 4 Nîsanê ve dewam kir. li pêşiya stadê xwepêşandan veguherî mitingê. Di mitingê de Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbic û gundewarên wê Salih Cefal axivî û diyar kir ku rêber Apo rêya azadî û hêviyê xêz kir, lê belê dewleta Tirk tecrîdê li ser ferz dike bi armanca ku fikr û felsefeya wî tune bike.
Cefal da zanîn ku divê şêniyên Minbic û gundewarên wê xwedî helwestekê bin û bibin yek heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Apo bi dest bixin û wiha domand: “Divê CPT û tevahî rêxistinên ku banga mirovahiyê dikin, yekser rewşa tenduristiyê ya rêbertî eşkere bikin.”
Xwepêşandan bi berzkirina siloganên “Bê serok jiyan nabe” û “Em bi te re ne ey Serok” bi dawî bû.