Di civaka Kurd de, tinebûna jiyanê dikare herî zêde li derûdora diyardeya jinê were dîtin. Di nava çanda civakek ku bi awayeke rastiqînî navê jiyan û jinê dike yek, ( weke tê zanîn jêdera peyvên Jin, Jiyan, Giyan, Şad, Cîhan heman tişte, hemû jî rastiya jiyan û jinê rave dikin.) bi jinê re tinekirina jiyanê, raveya tinekirina civakê ye jî.
‘Ji maneya xwe dûr ketiye rave dike’
Çanda ku rê ji çanda xwedawendan re vekiriye, li derûdora jinê bingehê şaristaniyê diyar kiriye, tişta şûnve maye, di mijara jiyana bi jinê re ketîbûna û radestbûna ji korîtî û ajoyan re ye. Jiyana civakî ya ku di nava pençên modernîteya kapîtalîst de li pey kevneşopî, tinekirin û înkarê ye, jiyaneke bi temamî mehkumê bêçaretiya jinê hatî kirine. Weke ku çepera parastinê ya dawiyê ye, têgihiştina girêdayî jinê, di rastiyê de nomos qural an jî qanunên ku ji maneya xwe dûr ketiye rave dike. Namustiya jinê a pir dijwar, bênamusiya civakê ya herî dijwar rave dike. Li kêleka dûrbûna ji namusa civakê û nirxên wê yên bingehîn behsa namusa jinê kirin, qeyraneke giran e.
‘Statûya jina Kurd tine ye’
Piştî ku Kurdan namusa xwe ya civakî winda kirin, fam nekirin ku wê nikaribin namusa jinê jî biparêzin. Lê ev ne fêmkirin tenê ne cahilî, di heman demê de bi navê exlaqê bêexlaqî ye. Têgîna namusa ku dixwazin di bin navê namusa jinê de bidin jiyîn, ji rastiya zilamê Kurd ê ku exlaqî û polîtîk de tinebûnê dijî û hêzbûn an jî bêhêziya xwe di koletiya jinê de peyitîne derdikeve. Dixwaze êşa serwerên biyanî yên bi wî û civaka wî dane jiyîn, vê carê jî bi avakirina serweriya xwe ya li ser jinê ve bide jiyîn. Ji aliyekê ve jî xwe bi derûnî tedawî dike. Tevî ku di gelemperiya cîhanê de jî pir giran e, lê dîsa jî li ti cihî bi qasî koletiya girankirî ya statûya jina Kurd tine ye û nabe mijara gotinê. Bi giştî rastiya anîna zarokên zêde rûyê vê yê din destnîşan dike. Cahilbûn û bêazadî di nava civakên weke hev de, yek çare an jî bêçaretiya xwe berdewamkirinê, zêde anîna zarokan ve derdikeve holê. Ev diyarde di nava gelek civakên ku zanebûna cewherî pêş neketiye de derdikeve pêş. Nakokiya mezin ew e ku ji ber, tiştên bingeha jiyanê yên sereke ne, ewlekarî û xwe xwedîkirin tine ye, zêde anîna zarokan jî rê ji gelek pirsgirêkan re vedike. Lewma bêkarî jî weke şapeyekî bilind dibe. Jixwe ya ku koletiya kêm mûçe ya pergala kar a kapîtalîzm dixwaze bide jiyîn jî, zêdebûna şêniya ne. Bi vî rengî kefneşopiya şaristaniyê û modernîte dest didin hev û tevahî hilweşînên xwe li ser jinê pêk tînin.
‘Jinên serkeftî vê ezmûnê derbas dikin’
Em her tim dibêjin şert û mercên ku jin û jiyan ji rastiya wan hatiye derxistin de, rûxandin û hilweşîna civakê tê destnîşankirin. Hêmanên ku em dikarin bi navê şoreş, partiyên şoreşger, pêşeng û milîtan rave bikin, ger vê rastiyê ne dahûrînin û di seferberiya riya azadiyê de dest negire, nikarin rola xwe ya rastî bilîzin. Ên ku di nava girêka kor de dijîn, nikarin ji girêkên kor ên hineke din re çareseriyê biafirînin û wan azad bikin. Encama ku PKK û şerê gel ê şoreşgerî di vê mijarê de derxistiye holê, bi dahûrandina diyardeya jinê ve rizgarî û azadiya civakê bi rizgarî û azadiya jinê ve têkildar e. Lê belê, weke me destnîşan kirî namus an jî weke pênaseya herî rast û zanistî bênamusiya zilamê Kurd a pir zêde hatiye berovajîkirin jî, weke serdestiya teqez a li ser jinê dibîne. Nakokiya herî zêde pêdivî bi dahûrandinê heye ev mijare. Ji ber ku me di beşên beriya niha de behsa hewldanên bi vî rengî kiribû, em careke din dubare nakin. Ber bi netewa demokratîk çûnê ve, tişta ku pêwîste di bin tîrêja vê ezmûnê de were kirin, berovajî tiştên ku heta niha bi navê namusê hatine kirin pêkanîne. Ez hinekê jî behsa ew zilamtiya Kurd a hatiye berovajîkirin û behsa xwe dikim. Ew jî divê wisa be; divê em têgihiştina xwe ya milkîyeta derbarê jinê de bi temamî biterikînin. Divê jin bi temamî tenê yê xwe be, xwebûnê pêk bîne. Heta divê bizanibe bê xwediye, xwediyê wê tenê ew e. Divê em bi ti rêbazên weke hezkirina çavreşî, evînî û her cure hestên din ve bi jinê ve neyîn girêdan. Berovajiyê vê jî derbasdare. Di heman demê de divê jin jî xwe ji girêdan û xwedî dîtinê rizgar bike. Şertê şoreşgerî û milîtanî ya yekem jî ev e. Jinên serkeftî vê ezmûnê derbas dikin, di maneyekê de di kesayeta xwe de azadiyê pêk tînin, civak û netewa demokratîk a nû, bi kesayeta xwe ya azadbûyî re didin destpêkirin û ava dikin.
‘Maneya xwe ya çandî tine ye’
Em di vir de digihin pênaseya rastî ya evînê. Evîn encax, dema ku dev ji têgihiştina namus an jî bi awayeke zanistî bênamusiya li derûdora jinê beramberî hev hatiye sazkirin û nikare rûxandin û hilweşîna civakê rawestîne berde, bi milîtanî hewldana avakirina netewa demokratîk bike, dikare bigihe maneya xwe ya civakî û her çendî zehmet be jî dikare xwe bigihîne hêza pêkanîna wê. Di pêvajoya netewbûna demokratîk de girîngiya azadbûna jinê mezin e. Ji ber jina azad, civaka azad e. Civaka azad jî, netewa demokratîk e. Me behsa girîngiya şoreşgertiya rola zilam a berovajîkirinê kir. Maneya vê jî, li şûna girêdayî jinê, malbata xwe berdewamkirin û bûna serdest, netewa demokratîk bikaribe bi hêza xwe ya cewherî ve xwe berdewam bike, hêza vê ya bîrdozî û rêxistinî avakirin û otorîta xwe ya polîtîk serwerkirine. Ango xwe bi awayeke bîrdozî û polîtîk afirandin e. Ya girîng ji zêdebûna fîzîkî zêdetir, hêzbûna zihin û giyanî ye. Ji ber vê xwezaya evîna civakî jî vê rastiyê pêk tînin. Bi teqez divê em evînê di navbera hestên du kesan an jî baldariya cinsî de ne fetisînin. Heta divê em neşibînin bedewiya teşeyî ya ku ti maneya xwe ya çandî tine ye. Modernîteya kapîtalîst pergaleke ku li ser înkara evînê hatî sazkirine. Înkara civakê, harbûna ferdî, bi cinseltî dorpêçbûna her qadê, pereyên ku ketine li şûna xwedeyan de, dewlet-neteweya ku ketiye li şûna xwedeyan, jin kirina xwediyê nasnameya bê mûçe an jî mûçeya herî kêm, tê maneya înkara bingeha madî ya evînê.
‘Di şert û mercên hevjiyana azad de dijî’
Divê xwezaya jinê baş were nasîn. Cînseltiya jinê tenê bi awayê bîyolojîk balkêş dîtin û li ser vî esasî nêzbûn û têkîlî pêşxistin, tê maneya windakirina evînê. Çawa em nikarin ji bihevrebûna biyolojîk re evîn bêjin, em nikarin ji bihevrebûna cînseltî ya li ser bingehê biyolojîk pêk hatine re jî evîn bêjin. Em dikarin van weke xebata zêdebûna asayî ya zindiyan binav bikin. Ji bo vê xebatê pêwîst nake ku mirov jî be. Jixwe lawir û mirov bi şêwazê herî hêsan vê xebatê dimeşînin. Ên ku evîna rastî dixwaze, divê beriya her tiştî dev ji şêwaza zêdebûna lawir û mirov berde. Dema ku em ji nirxandina parçeyeke balkêşiya cinseltî rizgar bibin, em hingê dikarin jinê weke dost û rêhevaleke binirx biafirînin. Têkîliya herî zehmet, dostanî û rêhevaltiya jinê ya zayendparêzî derbas kiriye. Dema ku bi jinê re di nava şert û mercên hevjiyana azad de dijî, divê di bingeha têkîliyan de avakirina civak û netewa demokratîk hebe. Divê em ew nêrîna ku tim jinê di nava sînorên kevneşop û modernîteyê di rola hevjîn, dayîk, xwîşk û dergistî dibîne derbas bikin. Destpêkê divê em girêdayî yekparebûna mane û avakirina civakê, têkîliya mirov a hêzdar serwer bikin. Divê çi dema ku jin-zilam pêwîst dîtin, bikaribin dev ji hevjîn, zarok, dayîk, bav û hezkiriyê xwe berdin. Lê qetiyen dev ji rola xwe ya di nava civaka exlaqî û polîtîk bernedin. Zilamê bihêz ti caran li ber jinê nagere, li pey baz nade, lê naxe û xeberan nake û naheside. Her çendî hevjîn an jî hezkiriya wî bi xwe be jî, dema ku bixwaze jê veqete dengê xwe jî jê re nake. heta ger hebin dikare rexneyên xwe jî diyar bike û ji bo li gorî xwesteka wê alîkariya jiyana wê jî dike. Ger dixwaze bi jinê re li ser bingeha bîrdozî û civakek hêzdar têkîliyekê bijî, divê vebijêrk û gerînê ji jinê re bihêle. Asta azadiya jinê, tevgera wê çi qasî bi girêdayî vebijêrka azad û hêza wê ya cewherî pêş ketibe, dikare bi wê jinê re pir bi wate û bedew were jiyîn.
‘Bi evîneke platonîk, karên gelek mezin bi ser dixin’
Hevjiyana azad a jin û zilam a herî rasteqîn, di mercên roja me de, dema ku di rastiya civaka me, xebatên avakirina netewa demokratîk a zehmet de, serkeftinên mezin hatin destxistin, dikare were jiyîn. Di Kurdistana me ya îro de û rastiya civaka Kurd de diyalektîka evîneke rasteqîn, encax dikare di rewşeke platonîk de be. Ev evîn binirx e. Evîna platonîk, evîna fikir û çalakiyê ye. Ji bo vê binirxe. Di her kêliyê de bi jinek xweşika cîhanê re jiyîn ne evîn e. Jixwe ji ber ku nabe evîn, piştî demek bihevrebûna kin durûtiya wan derdikeve holê. Ji ber ew têkîlî ji bingeha pêdiviyên biyolojîk û bêwate çavkaniya xwe digire pêk hatiye. Beramberî vê di nava PKK û KCK’ê de ti caran di pratîkê de bihevrebûnek çênebûye, gelek keç û xortên ciwan ên koleyên duh, di avakirina netewa demokratîk a gelê xwe de hemû bi hev re, bi evîneke platonîk karên gelek mezin serdixin. Bi vê re jî dipeyîtinin ku kesayetên çi qasî bihêz in. Di vê mijarê de bi sedan nirxên me yên qehreman hene. Ev qehremanên pir mezin ên xwe gihandina Mem û Zînê de ser ketine.
pênûsa Rêber Apo