STENBOL – Milîsên Şehîd Çekdar Canfeda yên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) gotin, “Polîsên dewleta faşîst ên êşkencekar, hewl didin bi zext û terorê gelê me yê kedkar bitepisînin. Ev polîsên êşkencekar bûn hedefa milîsên me.”
Milîsên HBDH’ê têkildarî çalakiya ku pêk anîne, ev tişt anîn ziman:
“Wesayîta polîsan a bi cil û bergên şexsî ku li Taxa Başakşehîr/Guvercintepe digeriya ji aliyê Milîsên HBDH’ê yên Şehîd Çekdar Canfeda ve hat gulebarankirin. Milîsên me êvara 13’ê Çileyê saet di derdora 18.00’an de gule li wesayîta polîsan reşandin. Piştî êrîşê polîsek birîndar bû. Her wiha herêm ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Milîsên me bi awayekî serketî ji qada çalakiyê derketin. Yên ku li dijî gel sûc dikin, wê berdêla wê giran bidin.”