NAVENDA NÛÇEYAN – Di êrîşa 23’yê Kanûna 2022’yan a li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsa paytexta Fransayê de, Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî, welatparêz Abdûrrahman Kizil û hunermend Mîr Perwer hatin qetilkirin. Filîz Aydin dayika Mîr Perwer, îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) ji ber wefata Filîz Aydin, peyama ji bo sersaxiyê weşand. Di peyamê de, wiha tê gotin:
“Mîr Perwer di strana ku li ser hesreta xwe ya ji dayika xwe re nivîsandî de, digot ‘Dayê ez ditirsim ku te nebînim’. Dayika ku ji ber êşa Mîr Perwer sewqê nexweşxaneyê hat kirin, jiyana xwe ji dest da. Dayika ku berê niha ji ber qezaya trafîkê felc bûbû, piştî kurê wê hat qetilkirin, rakirin nexweşxaneyê. Dayika Filîz di dema veşartina cenazeyê Mîr û mudaxileyên dermirovî yên dewleta Tirk a faşîst de, bi qêrîna xwe erd û esîman gihandibû hev. Dayika ku li gel kurê xwe ji bo xwe jî gor da çêkirin, li nexweşxaneya ku lê derman dibû jiyana xwe ji dest da. Qêrîna dayika Mîr Perwer û ya hemû dayikên Kurd, emanetê jinên Kurd e. Tola dayika Mîr, Evîn, Abdûrrahman û ya hemû hevrêyên din, ya dayikên wêrek ên gelê Kurd, wê bibe şoreşa me ya jinê. Serê gelê Kurd û jinên Kurd, sax be.”