ATÎNA – Li Atînaya paytexta Yewnanistanê, ji bo şermezarkirina tecrîda dewleta Tirk a li ser Rêberê Abdullah Ocalan duho çalakîyeke hatiyê lidarxistin.
Di çalakiyê de ku endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li qada Syntagmayê li dar xist, Mehmet Akar û Veysî (Bûbo) Taş ku li dijî tecrîdê canê xwe da ber agir, hatin bibîranîn.
Ciwanan di çalakiyê de dirûşmeyên ”Bijî Serok APO”, ”Mehmet Akar nemir e” û ”Veysî Taş nemir e” berz kirin.