QAMIŞLO – Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gel Rawestgeha Arî ya li çatrêya gundê Maşûq ku 7 kîlometre dikev rojhilatê Tirbespiyê ya Qamişloyê îro nivro erebeyek bombebaran kir.
Li gorî ajansa ANHA di encama êrişê de welatiyê bi navê Ehmed El Salim (45) ê ji gundê Girê Mirkê yê li rojhilatê Tibespiyê birîndar bû. El Salim di kêliya hedefgirtinê de li nêzî erebeyê bû. Li gorî agahiyên destpêkê hin welatiyên di erebeyê de jî birîndar bûne. Birîndar rakirin nexweşxaneya Qamişloyê.
Der barê êriş û hûrgiliyên wê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn heta niha tu daxuyanî nedane.