“Serokatî di komployekî navnetewî de hat girtin û anha 24 sal di nav zîndana Îmraliyê de girtiye. Dewleta Tirkiye dixwaze Serokatî ji gel qût bike, dixwazin em ji bîr bikin û tekoşîna xwe biqedînin. Lê em ciwan, bi taybet jinên ciwan, hemberî vî stratejîyê ne. Em xwe naxapînin û siyaseta Tirkiye şermezar dikin. Em wî bindestî qebûl nakin û dijî faşizma dewleta Tirkiye tekoşîn dikin.”
Her wiha ciwan û jinên ciwan diyar kirin ku Rêber APO di pirtûkên xwe de ramanên xwe yên azad derxistiye holê û zanista ser pergala kapîtalîst derxistiye holê. Di encamnameyê de ciwan û jinên ciwan wiha gotin: “Heta ku Serokatî ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, em ê ramanên we belav bikin. Em ciwanên şoreşger û jinên ciwan ên şoreşger bang li hemû ciwanan dikin ku pirtûken Rêber APO bixwînin û bidin femkirin ku rêya rast çi ye. “
Çalakî bi dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.