NAVENDA NÛÇEYAN – Li hemberî êrîşa dagirkeriyê ku 14’ê Nîsanê bi êrîşên giran ên hewayî destpê kir û 17’ê Nîsanê bi daxistina leşkerî ya bi helîkoptera a li tevahiya Zapê ji bejahî destpê kir, berxwedaneke bêhempa ya dîrokî hate nîşandan.
Li herêma Zapê, tunelên şer ên Şehîd Xursî yên li mintiqeya gundê Saca yê nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê ji meha Tebaxê ve dibin hedefa artêşa Tirk a dagirker. Tunelên Şehîd Xursî bi balafirên şer, obus, hawan û teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin, ji bejahî ve jî xwestin ku bi her cûre êrîşan van tunelan bixin.
Hevrêyên me yên li vê derê bi performansa şer a çalak, li dijî dijmin çalakiyên bi bandor kirin, mehekê nehiştin ku dijmin xwe nêzî tunelên şer bike, derbên giran lê xistin û gelek malzemeyên dijmin bi dest xistin.
Tevî ku sê mehan çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anî jî dijmin fêhm kir ku nikare li hemberî sekna gerîla ya fedaî encamê bi dest bixe û hîn bêhtir giranî da ser bikaranîna çekên kîmyewî.
Eşkere bû ku artêşa Tirk beriya ji Saca bireve di vê bûyerê de gelekî çekên kîmyewî bi kar aniye û bûye sedema şehadeta 11 hevrêyên me.
Tevî ku dîmenên êrişên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî hatin weşandin û ji aliyê raya giştî ve hate temaşekirin, dengekî xurt li dijî vê yekê nehate bilindkirin û ev yek jî bû sedem ku ev êrîşên li dijî mirovahiyê dewam bikin.