STENBOL – Milîsên Hrant Dink ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyekî nivîskî ragihandin ku milîsên wan şeva 16’ê Çile li Stenbol/Kagithaneyê agir berdane 2 wesayitên faşîstan.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê êrîş û qetliamên xwe li her derê didomîne. Çav berdide jiyana Kurd, Ermenî, Elewî û hemû bindestan.
Em Milîsên HBDH’ê li gorî erka xwe ya dîrokî tevdigerin. Ev zilm, tecrîd û dagirkerî tenê bi çalakiyên me têk biçin. Em ê hesab ji kujeran bipirsin. Em ê bi navê Hrant li hemberî faşîzmê têbikoşin. Ji ber vê yekê me li Stenbol/Kagithaneyê çalakî li dar xist.
Em ê dagirkeran û qatilên faşîst tune bikin û zilm û tecrîdê bişkînin!”