NAVENDA NÛÇEYAN – Di despêka êrişên dagirkeriyê di dîroka 14’ê Nîsanê de heya îro leşkeren dewleta dargirkera tirk çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî li hember gerîlayen azadiya Kurdistan bi kar tînen. Di dema dawiye de HPG nasnameyan 11 Hevalen qehreman parvê kir kû ji ber bi kar anîna çekên kimyawî û bombeyên qedexekirî bi awayeke pir dijwar di roja 5’ê Mijdarê di sala 2022 şehîd ketin.
Wezareta şerê taybet a di bin fermandariya Hûlûsî Akar de ye, eşkere kir ku şehadeta van hevrêyên me di şer de bûye, lê derew kiriye. Bi vê derewê hewl daye ku sûcê şer ê bi çekên kîmyewî veşêre. Hûlûsî Akar ê kîmyewî û sûcdarê şer, bêyî ku li ber xwe bikeve îdîa kirk u çekên kîmyewî bi kar neaniye, lê belê eşkere bû ku artêşa Tirk beriya ji Saca bireve di vê bûyerê de gelekî çekên kîmyewî bi kar aniye û bûye sedema şehadeta 11 gerîlayên azadîya Kurdistan.
Ajansa me ya Nûçe Ciwan dosyeke taybet despêk kirîbû ji bo wan Şehîdan bi bîr tînen.
Nasnav: Jînda Serhed
Nav paşnav: Eylem Akgun
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hanîfe-Harûn
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Mijdara 2022 / Zap
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîla Jînda Serhed kû li Zapê Şehîd ketî bûn ev agahî parve kir:
„Hevrêya me Jînda li navçeya Elbakê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku ev herêma me bi welatparêzî û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadiyê re tê naskirin û bi vê taybetmendiya xwe yek ji qadên mînak ên Kurdistanê ye. Ji ber ku derdora lê dima dilsozê çanda xwe bû û bi israr ev jiyana xwe diparast, vê yekê bandor li ser hevrêya me Jînda jî kir. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin, cewhera xwe parast, bi vî rengî polîtîkayên dijmin pûç kir. Li gel vê yekê êrîş, zext û komkujiyên dijmin ên li ser gelê me, bûn sedem ku hevrêya me Jînda li hemberî dijmin xwedî hêrseke mezin be. Hevrêya me Jînda zanîbû ku hesabê kiryarên dewleta Tirk a qirker tenê bi tevlîbûna li nava refên gerîla dikare bê pirsîn û sala 2013’an beşdarî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Jînda piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, perwerdeya şervanên nû li herêma Avaşînê wergirt û bi coş û moraleke mezin tevlî nava perwerde û jiyanê bû. Ji ber vê yekê di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê û gerîla bû, ji hevrêyên xwe re hem bû mînak hem jî bû pêşeng. Hevrêya me Jînda di vê pêvajoya perwerdeyê xwe ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir û piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîş birin ser Şengalê, bû yek ji gerîlayên destpêkê ku bi hawara xelkê me yê Êzidî ve beziya. Li dijî êrîşên çeteyand emeke dirêj ji gelê me û jinan re bû mertal. Di dema şerê li Şengalê de rastiya dijmin, bandora mejiyê baviksalar bêhtir fêhm kir, ji aliyê leşkerî ve jî bû xwedî tecrûbeyeke mezintir. Piştî ku wezîfeya xwe ya li Şengalê qedand, vegeriya çiyayên azad ên Kurdistanê, bi perwerdeya îdeolojîk re asta xwe ya hişmendiyê bilindtir kir û di çarçoveya felsefeya Rêbertî de ji nû ve nirxand, kir zemîneke girîng ji bo pêngavên mezintir. Bi hêz û morala ji perwerdeyê wergirtî, ji bo tevlîbûneke hîn encamgir di sala 2017’an de derbasî herêma Zapê bû. Li Zapê bi giranî li qadên Ertûş û Cîloya Biçûk ma û ji aliyê bicihanîna gerîlatiya serdema nû ve û pêkanîna rêbaza dema nû weke fermandareke YJA Starê pêşengî kir, hunera xwe tevlî her qada pratîkê kir. Bi vî rengî bû yek ji fermandarên pêşeng ên bicihanîna rê û rêbazên serdema nû, bi ked û hewldana xwe bû milîtaneke mînak a Apoyî. Bi danheviya xwe ya îdeolojîk ûl eşkerî li herêma Zapê tevlî gelek çalakiyan bû, di van çalakiyan de bi roleke bi banador rabû. Li qada Cîloya Biçûk piştî çalekiyekê di êrîşa dijmin de bi giranî birîndar bû, tevî vê yekê jî tedawî bû û bi biryardarî xwest tevlî nava karên pratîkê bibe. Weke milîtaneke YJA Starê di mîsyona xwe ya pêşengiyê de ti carî tawîz neda. Li herêma Zapê bi tevlîbûna xwe ya durust, asta xwe ya fedakariyê, hewldan û pêşengiya xwe ya pratîkî di demeke kurt de bû fermandarek ku bal dikişand û bi tevlîbûna xwe ya wêrek û fedaî di şexsê Mizgîn, Rojda, Çiya, Avzem û Berfînan de xwe gihand sekna fermandariya jinê ya pêşeng a demê. Hevrêya me Jînda li qada Sacayê di pêvajoya şerê giran de tevlîbûneke çalak li kar kir, ji kûryetiyê heta bi karên pratîkî û çalakiyan beşdarî her karî bû.
Herî dawî li çeperên berxwedanê yên Şehîd Xursî weke fermandara YJA Starê wezîfe kir, berxwedana li vê derê ji destpêkê heta dawiyê bi sekna fermandariya pêşeng meşand. Bi wêrekî, tevlîbûn û hunera xwe ya taktîkî di asta pêşengiyê de beşdarî hemû çalakiyên li çeperên berxwedanê yên Şehîd Xursî bû, ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana fedaî ya hevrê Jînda û hevrêyên pê re nikarî encamê bi dest bixe, bi rengê ku li sîcîla wê ya qirêj bê careke din çekên kîmyewî bi kar anî û xwest îradeya milîtanên Apoyî bişikîne. Di encama êrîşên giran ên çekên kîmyewî de hevrêya me Jînda şehîd bû. Hevrêya me Jînda bi sekna xwe ya li ser xeta jin a azad di jiyana azad de israr kir.“
Dîmenên kû berê hatîn parvê kirin:
https://www.nuceciwan119.xyz/ku/taybet-berxwederen-reya-serkeftine/
https://www.nuceciwan119.xyz/ku/taybet-berxwedere-reya-serkeftine-ji-bo-biranina-sehid-harun-firat/