HESEKÊ – Li navçeya Til Temir a Hesekê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê bi sedan kes li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelên bindest Abdullah Ocalan meşiyan.
Di meşê de pankartên “Ciwan fedaiyên Rêber APO ne”, “Dem dema azadiya Rêber APO ye”, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û posterên Rêber APO ne hatin hildan.
Meş li dawiya Kolana Şehîd Omer Baravî ya naverasta navçeyê rawestiya. Endama Kongra Star Zehra Emîn daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê xwend.
Di daxuyaniyê de îşaret bi komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî mirovahiyê û tecrîdkirina Rêber APO hate kirin û ev tişt hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker difikire ku bi girankirina tecrîda li ser Rêbertî dikare berxwedana li çiyayên Kurdistanê bi dawî bike û projeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe. Divê her yek ji me erka xwe pêk bîne û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî bike.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Abdullah Ocalan bi dawî bû.