MERSÎN – Milîsên Partîzan Amed yên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihandin, ku şeva 18’ê Çileyê derdora saet 01:00’an li Mersînê wesayîta Rêveberê AKP’ê yê navçeyê Yilmaz. S dane ber agir.
Milîsên Partîzan Amed yên HBDH’ê got: “Çeteyên desthilatdariya faşîst AKP-MHP’ê ku dijminê gel in, zilm, zordarî û êşkenceyê li gel dikin. Ev desthilatdarî ne bi tenê bi leşker û polîsên xwe ve zilmê li gel dike. Bi hêmanên xwe yên sivîl jî sûcên li hemerî gel didomîne.
Yên ku dixwazin gel bi birçîbûn û xîzaniyê re perwerde bikin wê berdela vê bi canê xwe re bidin. Em Milîsên HBDH’ê bibin hêviya rizgariya gelan. Em ê rêveberiya gelan ava bikin.”