MEXMÛR ‑ Rêber Apo paradîgmaya Netewa Demokratîk temsil dike, ji bo azadiya Gelên Rojhilata Navin, li ser wê yekê di sala 2005 Pergala Konfederalizma Demokratîk da avakirin. Piştî vê yekê dijminên Gelê Kurd heman demê de dewletên sermayedar û kapîtalîst ji bo ku pergala Rêbertî li cihanê belav nebe û ji bo gelên bindest nebe hêviyek, li ser Rêber Apo tecrît giran kirin. Tekîldarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ji endamên Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûr, bi navê Selma Bozan û Sîpan Yaman ji ajansa me ya Nûçe Ciwan re axivîn.
Selma Bozan di destpêkê de bal kişand li ser dagirkeriya dewleta Tirk û got: “ Weke ku tê zanîn em di pêvajoyek pir girîng de derbas dibin. Hem weke gel, hem jî weke tevgera azadiyê. Di sedsala 21’emin de pêvajoyekê hesas û girîng li pêşberî me ye, li beramberî ewqas êrîş û zehmetiyan ji berxwedaniyek girîng tê meşandin. Bi taybet jî aliyê gerîlayan ve berxwedaniyek bi heybet tê meşandin. Li beramberî teknîk, kîmyasal û her curê çekên ku ji dervayî exlaqê şer tê maşandin. Ev yek ne tenê li ser tevgera azadiyê, ev yek liser gelê Kurd ji tê meşandin. Li her cihekê Kurd lê ye êrîşî wir dikin. Ji ber ku di çiya de teng dibin û têk diçin. Li beramberî berxwedaniyekê pir mezin ru bi ru dimînin. Ji ber wê yekê her cara ku li çiyan de têk diçin, berê çekên xwe dizivirînin gel. Dayik bin, jinên ciwan bin û bi taybet zarok… Ev êrişên ku dijmin dide meşandin, li dijî mirovahiyê ye. Ev yek li ber çavên tevahî cihanê tê meşandin, li ber çavên Ewropa tê meşandin û li ber çavên NATO jî tê meşandin. Lê belê rûxmî ewqas êrîş û qirkirinan ji tu kes dengê xwe dernaxe. Ev jî dide diyarkirin ku bi zanebûn û destek ev êrîş tên kirin.”
Bozan di berdewamiya axaftina xwe de tecrida li ser Rêber Apo bilêv kir û got: “ Niha jî dixwazin têkiliyê gel û tevgera azadiyê ji Rêber Apo qut bikin. Armanca wan ewe ku dema agahî negirtina ji Serokatî normal bikin. Dixwazin ji jiyana ku ji rêzê, weke ku tu agahî jê nayê girtin, dixwazin wisa bikin û bidin ji bîrkirin. Ji bo vê yekê pêk bînin ji her tiştî dikin.
Taybet dema kimyasal tê barandin de mafê mirovan dema dixwazin biçin wir PDK jî destur neda, ev ji beşek ji şerê teybete ku li ser gelê Kurd didin meşandin. Hem di aliyê gel de hem ji di aliyê giştî cihanê de ya rast çavê wan li ser Rêber Apo ye. Ji bo wê dixwazin vê yekê teng bikin, naxwazin herkes xwe bigîhîne Serokatî. Ji bo vê jî her tim tecrîd di nava tecridê de didin meşandin, ev jî dide diyarkirin ku dijminê me çiqas dijminekê hove, nezane û ji aliyê mirovahiyê de bê pare. Ev yek berbi çave, mirovek ev 24 sale di zindanê de be tu çêweyî de dihêlin bi malbat, dost û parêzeran re hevditin bê kirin. Ev dide diyarkirin ku dijminê me ji hemu mafên mirovahî bê par mane. Bi taybet vê yekê li ser Rêber Apo didin meşandin. Ev beşekê ji şerê taybete. Dixwazin dengê gelê Kurd bitefînin û berxwedaniya li çiyayan tê meşandin bê hêz bibe. Ev hemû ji beşek ji tecrida ser Rêber Apo ye. Piştî 25 salan mayina di zindanê de ji bo wan kesan efo tê ku rewşa wan berbiçav re derbas bikin heta dibêjin bê berdan jî. Ji bona ku vê yekê ji dewletên ji derve re nedin qebulkirin hertim tecrid di nava tecridê de didin meşandin. Her nezikatiyek Rêber Apo cezayê didin.
Bozan di qedandina axaftina xwe de bang li tevahi ciwanan kir û got: “ Em hertim dibêjin Azadiya Rêber Apo azadiya meye, ev pêwiste tenê di gotin de nemîne. Divê ciwan û bi taybet jinên ciwan di qadan de bin. Ev ji bo tevahî ciwanan derbasdare. Ji ber ku hêza dinamik ya civakê ciwanin. Ger ciwan ji her qadê re her cihê ku lê pêşengtî bike ev yek ji bo gelê me jî derbasdare. Em dest ji doza xwe bernedin, em dengê xwe bidin diyarkirin her dengek yê me dibe ku bibe mifteyek deriyê Ii Îmraliyê bişkêne. Azadiya Rêber Apo azadiya tevahî mirovahiyê ye, Pewîste em weke milet weke dostên Kurdan bi taybet li her çar parçeyê Kurdistenê em her li ser lingan bin. Berxwedaniyek bê hempa tê meşandin em ji bibin parçeyek ji wê bexwedaniyê ji bo wê jî em dibêjin “Bijî Serok Apo”
Li ser heman mijarê ciwanê bi navê Sipan Yaman di destpêka axaftina xwe de got ev tecrida ku li ser Rêber Apo tê meşandin, ew tecrîd di heman demê de listokeke ku li ser tevahiya cihanê tê maşandin û wiha pêde çu: “Ev tecrida ku dixwaze di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd yê azadixwaz, gelê Kurd yê ber bi rêya azadiyê ve dimeşe û sinoran nas nake, dixwazin li pêşiya vi gelî bibin asteng û di şexsê Rêber Apo de vî gelî bêdeng bike. Xeta ku Rêber Apo daye diyarkirin xeta pîroze, xeta ku evqas berdêlên giranbuha li ser canê xwe feda kirin,parastin vê xetê mirov dikare bêje, ev berpirsiyartî li ser her milê ciwanekî ye. Her ciwanekî Kurd yê ku dibêje ez Kurdim, ye ku xwe bi Kurdiyê ve girê dide pêwiste vê xetê biparêze. Pêwîste di vê xetê de canê xwe jî feda bike, jê bê xwastin pêwiste vê yekê bêyî ku dudilî jiyan bike vê pêk bine. Ji ber ku ev xeta Rêber Apo ku dayî meşandin, mirovên meyî herî hêja û xweşik canê xwe fedayî vê xetê dikin, ev xet êdi buye nasnameya civaka gelê Kurd.Di heman demê de buye rêya azadiya gelê Kurd. Ev demekî dirêje nahêlin hem malbat hem jî parêzer bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk binin. Ev jî ji tirsa fikir û felsefeyê Rêber Apo tê. Ji ber ku dizane fikir û felsefeya Rêber Apo fikreke ku mirov dikare bêje di tevahî cihanê de azadi û wekheviyê dixwaze.”
Yaman di xilasbunên axaftina xwe bang li tevahî ciwanan kir û got: “ Dixwazim di vir de dengê xwe bigîhînim tevahî ciwanan, yên ku hestên Kurdatiyê di wan de mayî, yên ku girêdayî civak û çanda xwe bila tevlî vê tekoşina tê meşandin bibin. Bila tevlî kar û xebatê ku tê xwastin bibin. Eger ev hat pêkanin girêdanbûn çêbu wê serkeftinên herî mezin wê bê bidestxistin û wê ev serkeftin di heman demê de bibe serkeftina gelê Kurd û wê ev serkeftin azadi û aşitiyê misoger bike.”