Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel x na aktîf Ciwanên Kurdistanê

Ciwanên Êzidî têkoşîn û berxwedana xwe li hember tecrîdê li ser Rêber APO kêm nekin

Ji Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê Sara Botan û Rêveberiya Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê Salim Zerdeşt bi ajansê RojNews li ser tecrîdê li ser Rêber APO axivî.

Edîtor: Nucan Serdoz
27/01/2023 - 10:30
di nav Ciwanên Kurdistanê, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Ciwanên Êzidî têkoşîn û berxwedana xwe li hember tecrîdê li ser Rêber APO kêm nekin
ParvekeTweet

ŞENGAL – Ciwanên Êzidî ku li hemberî tecrîda li ser Rêber Ocalan bi hêrs in diyar kirin ku ji bo moral û manewiyata civakê bişkînin tecrîdê kûr dikin û ev peyam dan: “Herî zêde berpirsyartî dikeve ser milê me ku li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikîn. Heya ku agahî ji Rêber Apo were girtin emê her cure çalakiyan pêşbixin.”

Ji Adara sala 2021’an ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û bi cezayê di bin navê ‘dîsîplînê’ de tecrîda li ser Rêber Ocalan tê şidandin. Li dijî kûrkirina tecrîdê û bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Ocalan re li Şengalê jî meş, çalakî û semînerên derbarê decrîdê de berdewam dikin.

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê û Tevgera Ciwanên Êzidxanê, hêrsa xwe ya li dijî tecrîda li Îmraliyê anîn ziman û gotin çi dibe bila bibe heya ku ew agahiyek ji Rêber Ocalan digirin wê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Ji Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê Sara Botan destnîşankir ku nayê xwestin ji Rêber Ocalan ti agahî were girtin û sedema vê yekê jî wiha anî ziman: “Weke civaka Êzidî, ji Rêbertî agahî girtin ji bo me hêz û moraleke mezin e. Çawa ku bi piştgiriya hêzên navneteweyî, li hemberî Rêbertî komplo hate kirin, îro jî ew hêz bi çekên kîmyewî êrîşê şagirtên Rêbertî dikin. Dixwazin hêz, moral û manewiyata me bişkînin, ji ber vê rê li ber hevdîtinan digirin.”

Sara Botan di dewama axaftina xwe de diyar kir ku her çiqas dilê wan bi vê tecrîda girankirî bi êşe jî, wê ciwanên Êzidî têkoşîn û berxwedana xwe kêm nekin û wiha berdewam kir: “Emê hîn bêhtir li ser fikrê Rêbertî bimeşin. Heya ku agahî ji Rêbertî neyê girtin, emê her cure çalaki pêşbixin. Îro ne tenê gelê Kurd û civaka Êzidî, li ser fikrê Rêbertî dimeşe, her kesê ku dibêje ez mirovim xwe li ser fikrê Rêbertî bi rêxistin dikin. Emê li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin û emê têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Sara Botan herî dawî giringiya Rêber Ocalan a ji bo jinên Êzidî nirxand û wiha pê de çû: “Em weke jinên ciwan ên Êzidî dizanin ku yê îradeya jinên Êzidî da avakirin, êşa jina Êzidî parvekirî Rêbertî ye. Ji ber vê rastiyê, herî zêde berpirsyartî dikeve ser milê me ku li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin.”

Ji Rêveberiya Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê Salim Zerdeşt jî bibîrxist ku Rêber Abdullah Ocalan ev 24 sal in bi tena serê xwe li Îmraliyê li berxwe dide û wiha domand: “Dewleta Tirk û dewletên navneteweyî rê li ber hevdîtina bi Serokatî re digirin. Rêber Apo 50 sal in meşa azadiyê dike, em jî li ser vê şopê ne. Naxwazin fikrê Rêber Apo belav bibe. Ji ber ku ev fikir belav bibe wê demokrasi pêşbikeve, biratiya gelan wê pêş bikeve. Ev dewlet li dijî vê yekê ne. Gel her çend daxuyanî dide, bangawazî dike lê dewletên ku behsa mafê mirovan dikin, vê pêk naynin. Dîsa li ser gerîla, Rojava, Mexmûr û Şengalê êrîş hene lê ti kes dengê xwe nake. Planek wan heye ku dixwazin vê tevgerê, vê fikrê tasfiye bikin.”

Salim Zerdeşt di dewama axaftina xwe de helwesta ciwanên Êzidî bi hevoka ‘Em dibêjin, çi dibe bila bibe, em dest ji vê fikrê bernadin’ anî ser ziman û ev bangawazî kir: “Yê ku em zana kirin, dijminê me bi me da naskirin ev fikir e. Ji ber vê em bangawaziya herkesî dikin ku xwedî li vê fikrê derkevin. Rêber Apo 24 sal in bi tena serê xwe ji bo hemû gelen bindest têkoşîne dimeşîne. Em bang li hemû ciwanan dikin ku xwedî li vê fikrê, xwedî li nasnameya xwe derkevin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Zarokên panaber li Înglistan nayên parastin

Nivîsa Pêş

Dilzar Dîlok: Di sala 2023 di nava têkoşîna pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo encam were stendin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Dilzar Dîlok: Di sala 2023 di nava têkoşîna pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo encam were stendin

Dilzar Dîlok: Di sala 2023 di nava têkoşîna pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo encam were stendin

Rojnameger Kawe Fatehî: ‘Rewabûna Hikumeta Îranê Nemaye’

Rojnameger Kawe Fatehî: ‘Rewabûna Hikumeta Îranê Nemaye’

Manşet

  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.