TEHRAN – Wezareta Parastinê Îranê ragihand ku bi 3 dronan êrişî komelgeha kargeha wan hatiye kirin.
Wezareta Parastinê ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku di derengiya şeva borî de komelgeha kargeha Wezareta Parastinê ya li bajarê Esfehan bi dronan rastî êrişê hatiye, lê ji aliyê sîstema parastina hewayî ve vale hatiye derxistin.
Heman daxuyaniyê de hat destnîşankirin êriş di saet 23:30’ê şeva borî de pêkhat û tenê dronek hedefa xwe lê da û 2 dronên din ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatin teqandin.
Wezareta Parastinê Îranê bê ku çavkaniya dronan eşkere bike got: “Di encama êrişê de ti ziyanên jiyanî çênebûne, tenê banek yê kargehê zirar dîtiye.”