NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê da zanîn ku dewleta Îranê di kêmtirî mehekê de 50 kes darve kirine ku 9 jê welatiyên Kurd in. Rêxistinê di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de da zanîn: “Ji destpêka salê ve zêdetirî 50 kes û ji aliyê desthilata Îranê ve hatine darvekirin.”
Li gorî rapora salane ya HRANA’yê dewleta Îranê sala borî 565 kes darve kirin ku de 11 jê jin bûn û 5 jî zarok bûn.