BURSA – Ji bo dîtina Rêber APO û girtiyên din ên li Îmraliyê malbatan serlêdan kirin. Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzeran bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê her wiha serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê jî dan.