NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê têkildarî çalakiyên ku li hemberî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê lidar xistin, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan ev agahî hatin dayin:
“1’ê Sibatê li navçeya Gundogmûş a Antalyayê 2 wesayitên luks ên faşîstên AKP-MHP’ê ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.
1’ê Sibatê li navçeya Tarsûs a Mersînê febrîeqyeke rûn a baskên ciwanan a AKP’ê ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin û bi milyonan dolarî xisar li serokê baskê ciwanan ê AKP’ê bû, ku xwediyê febrîqeyê bû.
2’ê Sibatê li Gokturk a Stenbolê stasyoneke bazê ya fîrmaya Turk Telekom ku a dewleta Tirk a faşîst e bû hedefa yekîneyên me û hate têkbirin.
2’ê Sibatê li Hendek a Sakaryayê benda kontrolê ya GBT a polîsên Tirk a faşîst bû hedefa yekîneyên me yên bi çekên ferdî û teqemeniyan. Di encamê de 2 polîs bi giranî birîndar bûn. Yekîneyên me piştî çalakiyê bi ewle ji qadê vekişiyan.”
Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê di daxuyaniyê de wisa berdawam kir: “Vê dewletê sûcên ku nayên xeyalkirin li hemberî gelê Kurdistanê pêk aniye, êşkence li wan kiriye û di wateya dîrokî de hewl daye xwezaya me tune bike. Ji ber ku wan van tiştan kir, hebûna wan a di NATOyê de û peymanên wan ên bi welatên din re hêz da wan.” Û gotin: “Dema ku Rêber APO dîl girtin, fikirîn ku êdî qediya ye, ew ê dewlemendiyên me bi dest bixin, sûcên hovane kirine bêceza nemînin û civak bêdeng bimîne. Bi vê hêviyê Rêber APO 24 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdeke nemirovî de tê ragirtin.”
Bi wan hevokan Înîsyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê daxuyaniya xwe dawî kir: “Ev tişt wê neyên jibîrkirin, divê di bîranînên me de ewqasî kûr bibin ku di vê têkoşînê de hêzê bidin me. Divê hemû civaka Kurd vê yekê bi bîr bîne, dema ku têkoşîna xwe dimeşîne û hêzê jê digire û hêrsa xwe li dijmin derdixe. Bêçare neçûye û dê nemîne jî. Xwîna Hevalên me yên bi rûmet ên ku şehîd ketine wê li erdê namîne. Em ê Rêber APO azad bikin, em ê vê zîhniyeta qirker ji Kurdistanê derbixin.”