NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Stêrka Ciwan ya meha Sibatê bi sernavê “Em ê di sala Serkeftinê de komploya navneteweyî bişkînin” derket, Hêjmara vê mehÊ li ser pêvajoya siyasî ya heyî nirxandinên xwe ji xwendevanên xwe yên ciwan re dike.
Kovara Stêrka Ciwan ku yek ji weşanên herî kevn ên ciwanên Kurd li Ewropayê ye, di hejmara xwe ya sibatê de bi giranî bi Kurdî, Tirkî, Elmanî û Îngilîzî gotarên xwe cih digirin.
Di vê hejmara kovarê de gotara Rêber APO ya bi sernavê “Azadiya Min Azadiya Gelê Kurd e” û nirxandina Komploya Navneteweyî cih digire. Di vê mijarê de jî rol û mîsyona jinên ciwan û ciwanan di Komploya Navneteweyî de derdikeve pêş.
Di hejmara 237. a Kovara Stêrka Ciwan de jî gotarên hevalan li ser têkoşîna Şehîd Tolhildan Tîrêj û Şehîd Axîn Mahîr Dîcle li ser têkoşîna wan hatine nivîsandin.
Di heman mijarê de Faraşîn Mervan jî di nivîsa xwe ya bi navê “Jin di xweparastinê de jiyan dike” behsa têkoşîna jinên ciwan a ji bo xweparastinê kir.
Di kovarê de nivîsa endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan a bi sernavê “Em di sala 25’an de pergala Îmraliyê biperçiqînin” cih girt.
Di hejmara sibatê ya kovarê de ku behsa Komploya Navdewletî û Rol û Mîsyona Ciwanan dike, ji gotarên bîrdozî heta mijarên çandî-hunerî û dîrokî di gelek beşan de gotar cih digirin.
Hûn dikarin Kovara Stêrka Ciwan li ser Spotify û YouTube bişopînin.