HEILBRONN – Aktîvîstên ku duh bi şev hatin cem hev û îro ji Heîlbronnê dest bi Meşa Dirêj bikin. Ciwanan duh bi moraleke bilind hatin cem hev.
Bi şîara “Em ê di sala serketinê ya 2023’an de Rêber APO bi awayekî fîzîkî azad bikin” wê îsal ciwan û jinên ciwan ji Heîlbronn heta Freîbûrgê beşdarî Meşa Dirêj bibin.
Ciwan û jinên ciwan ên ku di mehên dawî de banga Meşa Dirêj li hev kirin, diyar kirin ku ew ê bi feraseta serketinê û ruhê berxwedanê yê ji vê pêvajoyê derketiye dest bi meşa xwe bikin û her ciwan û jina ciwan divê bi vê hesta berpirsyariyê nêzî pêvajoyê bibe.
Jinên ciwan û ciwanan bi moral û coşa xwe diyar kirin ku ew ê bi ruhê berxwedanê yê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê rabûye bimeşin û weke ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn bersiva hemû êrîşên faşîst bidin û vî ruhî li her derê belav bikin. Hêrs û nefreta ciwan û jinên ciwan li hemberî polîtîkaya qirêj a dijmin, li dijî polîtîkaya asîmîlasyonê ya li çar aliyên Kurdistanê dema ku ciwanên ku ji ber polîtîkaya dijmin neçar man hatin Ewropayê, diyar kirin ku ew ê cihê xwe di nava gelê Kurd de bigirin. Meşa Dirêj ji bo vê hêrs û nefretê li vir bihêle.
Jinên ciwan û ciwanan bi deqeyek rêzgirtinê dest bi civîna xwe kirin, wate û girîngiya Meşa Dirêj hate vegotin û bi dîlanan dirûşmên “Bijî Serok APO” bi moraleke bilind dawî li civîna xwe anîn.
Ciwan wê danê sibê li Heîlbronnê dest bi kampanya “Meşa Dirêj” bikin û mesafeya 17 kîlometreyan bişopînin.