AMED – Milîsên Sînan Ateş ên HBDH’ê di daxuyaniya xwe de got, “Milîsên me li ser şopa hevrêyên me yên ku li dijî tecrîda li ser Îmraliyê û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî çalakiyên fedaî pêk anîn, çalakiyeke sabotajê li Amedê lidar xistin.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“HBDH’ê şeva 3 ‘ê Sibatê saet derdora 22’an li ser rêya Amed-Sîverek li dijî Şîrketa Otobusê ya Man Turîzmê ku hevkarê hikumeta faşîst e, çalakiyek sabotajê lidar xist. Em li her qadê bersivê didin êrîşên dijminê faşîst!
Çalakiyên me yên li Tirkiye û Kurdistanê tirsê dixe nava dijmin lê bawerî dide gelê me yê kedkar. Em çalakiya xwe di eslê xwe de li dijî komploya navneteweyî û dîlgirtina Rêbertî de diyarî ‘Fedaîyên hûn nikarin roja me tarî bikin’ dikin.”