HEILBRONN – Meşa Dirêj a 6 rojan ku ji aliyê ciwan û jinên ciwan ve li Elmanyayê ji bo azadiya Rêber APO tê lidarxistin, îro di çarçoveya kampanya “Werin Cenga Azadiyê” de destpê kir.
Çalakiya Meşa Dirêj a li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê ji aliyê ciwanan ve bi dirûşma “Em ê di sala 2023’yan de azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin” destpê kir. Ciwanên ku êvara Şemiyê li bajarê Heîlbronnê li hev civiyan û bi şev li mala Kurdistaniyan bûn mêvan, starta meşa xwe di serê sibehê dan. Ji Awûstûrya, Îngilîstan, Fransa, Swîsre, Hollanda û Elmanyayê hejmareke zêde ciwan beşdarî Meşa Dirêj bûn.
HETA RÊBER APO AZAD DIBE LI QADAN IN
Ciwanên ku li Qada Heîlbronn Theresienwiese kom bûn, beriya meşê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê deqîqeyek rêz girtin.
Zekiye Dogan li ser navê TCŞ’ê axivî û got, “Weke ciwan em ê azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin û vê têkoşînê ber bi serkeftinê ve bibin. Zêdeyî 20 meh in me agahiyek ji Rêber Apo negirtiye. Li dijî dewleteke bi vî rengî ya faşîst, wê têkoşîna me her tim bidome. Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û em ê bibin parçeyek ji berxwedana gerîlayên li Kurdistanê li ber xwe didin.”
Piştre li ser navê Hevberdevkê FED GEL’ê Saît Ozturk û li ser navê Tevgera Jinan Gulîstan Ateş axaftinek kirin û diyar kirin ku dirûşmeya “Me bi ciwanî destpê kir û em ê bi ciwanî bi ser bikevin” ne dirûşmeyek ji rêzê ye û gotin ku divê ciwan li gorî ruhê pêvajoyê beşdar bibin.
BI ÊLEKÊN AZAD JI BO AZADIYA RÊBER APO DIMEŞİN
Ciwanên ku êlekên li ser wêneyê Rêber APO heye û li ser piştê nivîsa “Ji Ocalan re azadî” li xwe kirin li ber strana “Hey Zapê” bi coş dimeşin. Ciwanên ku dê îro li Heîlbronnê Meşa Dirêj berdewam bikin dê bi qasî 16-17 kîlometreyan bimeşin. Ciwanên ku wê îro li navenda bajarê Heîlbronnê meşên xwe bidomînin, wê dîsa di bernameya êvarê ya li Heîlbronn DKTM’ê de bên cem hev.
MEŞA DIRÊJ A DESTPÊKÊ BERÎ 40 SAL BÛ
Meşa Dirêj cara yekem di sala 1983’an de li Hanau û Hannoverê bi du aliyan hate lidarxistin. Meşa ewil a ku 17 rojan dewam kir, piştî zextên li zindanan û agahiya şehadeta Mazlûm Dogan di 12’ê Îlonê de hat lidarxistin. Wê demê li Kurdistanê zilm berdewam dikir û her roj êşkence li mirovan dihat kirin. Di vê yekemîn Meşa Dirêj a 40 sal berê de şehîd Hozan Sefkan, Qasim Engîn û Hozan Mizgîn jî cih girtibûn.