ATÎNA – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û komên anarşîst û çarlakvanên RiseUp4Rojava, li Atînaya paytexta Yewnanistanê bi çalakiyekê tundiya li dijî penaberan şermezar kir.
Ciwanên kurd û ciwanên enternasyonal, saet di 14.00’an de li Qada Syntagmayê ku Parlamentoya Yewnanistanê lê ye, hatin ba hev û dehfdana penaberên li ser botan ber bi behrê ve ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Yewnanistanê ve, protesto kir.
Ciwanan, ji bo kişandina balê bi ser rewşa zehmet a penaberan boteke ser behrê pif da. Berf û baran bû lê dîsa çalakî nêzîkê saetekê dewam kir.
Gava çalakiyê, bi Yewnanî dirûşme hatin berzkirin û stranên şoreşê yên bi Kurdî hatin gotin û belavok hatin belavkirin.