REQA- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşge a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan a Reqa, endamên Navenda Giştî ya Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê tev li panelê bûn.
Di panelê de şêwirmendê Meclisa Giştî ya Reqayê Kawa Mihemed behsa Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Apo kir û got: “Rêber Apo li Şam, Tikiyê û Ewropayê civîn û hevdîtinê li dar dixistin û banga mafên gelên bidest dikir. Ev civîn jî pergalên faşîst nerihet kir.”
Mihemed wiha domand: “PKKê kirin lîsteya terorê, ew jî li gorî berjewendiya Tirkiyê û gelek dewletan bû. Dewleta Tirk bi dîlgirtina rêber Apo xwest vîna gelan têk bibe ku di navbera wan de fikrê rêber Apo û felsefeya wî belav bûye.”
Her wiha Mihemed destnîşan kir ku rêber Apo têkiliyên dostaniyê bi civak û hemû gelan re ava dikirin ji ber ku azadî, sosyalîzim û demokrasî bingeha rêgeza wî ya azadiyê bû û ev li gotinên xwe zêde kir: “Heke em vegerin destpêka tevgerê, em ê fêm bikin çawa Komploya Navneteweyî li dijî rêber Apo pêk hat. Brîtanya, berpirsa komployê ye û bi hevkariya NATO û DYAê pêk anî. Destê van dewletan bi taybet Yewnanistan di komployê de heye.”
Di dawiyê de, Mihemed got: “Pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bidawîkirina tecrîdê û têkbirina Komploya Navneteweyî dê ê bi hêz û vîna ciwanên xwe yên Ereb, Kurd, Ermen û Suryan tê bikoşin. Mîna rêber di pirtûka xwe de nivisiye, Me bi ciwanan dest pê kir û dê bi ciwanan bi ser kevin.”
Di dawiya panelê de sînevizyonek têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Apo hate pêşandan.