NAVENDA NÛÇEYAN – Li Bakurê Kurdistanê di saetên serê sibehê de erd heje çêbû, li navçeya Pezercix a Mereşê bi pileya 7,8 û jî bi pileya 6,5 erdhej çêbû. Erdhejê li Suriyeyê jî da.
SURIYE
Rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê diyar kirin ku li bajarên Heleb, Hema, Tertus û Laziqiyeyê bi sedan avahî hilweşiyane û heta niha 111 kesan jiyana xwe ji dest daye, 516 kes jî birîndar bûne. Lê nû hatiye diyar kirin, heya niha hejmara qurbaniyan li Sûriyê gihişt 320 kes ji jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 800 kes jî birînar bûne.
Li gorî agahiyên ku nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li Şêxmeqûsdê dane, di erdheja li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de di 6 kesan jiyana xwe ji dest û 4 jî birîndar bûn, di nav de zarokek heye. Her wiha ziyanên madî jî çêbûn.
Li gorî agahiyên destpêkê, di encama erdheja li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 jî birîndar bûn. Zêdetirî 30 Avahî li Bajarê Cindirêsê a gundewarê Efrîna dagirkirî hilweşiya.
BAKÛRÊ KURDISTANÊ
Li Bakurê Kurdistanê danê siharê erdhejek bi hêz çêbû, Mereş bi pileya 7.4 û Dîlok jî bi pileya 6.5 û 6.4 li ser hev du hejiyan. Erd hej li gelek bajarên din ên Kurdistanê jî hate hîskirin, tê gotin bi dehan mirî hene û hîn bi dehan kes jî dibin xaniyên hilweşiyayî de mane.
Erdhejên li Mereş û Dîlokê bandor li Amed, Semsûr, Meletî, Riha, Êlih, Çewlig, Elezîz, Kilîs, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Wan, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Edene, Osmaniye, Hatay û gelek bajarên din kir.
Mereş
Waliyê Mereşê Omer Faruk Coşkun têkildarî erdhejê ev agahî parve kirin: “Niha mimkin nîne ku em hejmara mirî û birîndaran bidin. Xesareke mezin heye.”
Dîlok
Waliyê Dîlokê Davut Gul: “Piştî erdhejê ji kêliyên destpêkê ve bo me 657 îxbar hatin. Li seranserî bajar 531 avahî hilweşiyan.”
76 kesan jiyana xwe ji dest dan
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) da zanîn ku di encama erdhejê de, ji saet 06.30’an ve li 7 bajaran herî kêm 76 kesan jiyana xwe ji dest dan û 440 kes jî birîndar bûne.
Edene
Li taxên Guzelyali, Yûrt û Hûzûrevleriyê yên navçeya Çûkorva ya Edeneyê 6 avahî hilweşiyan. Hat ragihandin ku gelek eks di bin kavilên avahiyan de mane. AFAD’ê jî bang li welatiyan kir: “Pêwendiya xwe bi serwîsa peyaman SMS’ û sepanên înternetê yên peyaman deynin. Ji xeynî rewşên jiyanî telefonê bi kar neynin.”
Riha
Li gor agahiyên destpêkê li Rihayê 16 avahî hilweşiyan. 10 kesên di bin kavilên avahiyan de man jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 110 kes jî bi birîndar ji bin avahiyan hatin derxistin. Hat diyarkirin ku gelek hê jî gelek kes di bin kavilan de ne.
Osmaniye
Li gor agahiyên destpêkê li Osmaniyeyê 34 avahî hilweşiyan û 5 kesên di bin kavilan de mane jiyana xwe ji dest dane.
Amed
Li Amedê jî gelek avahî hilweşiyan. Li navçeyên Rezan û Yenîşehîrê yên Amedê gelek avahî hilweşiyan. Li semta Tesîslera ya Rezanê avahiyek 7-8 qatî hilweşiya. Hat diyarkirin ku di bin kavilên avahiyê de herî kêm 100 kes hene. Gelek kes di bin kavilên avahiyê de man. 4 kes birîndar bûn. Xebatên rizgarkirinê didomin.
Qoser
Li Mêrdînê ji ber erdheja Bazarcix a Mereşê, gelek avahî texrîb bûn û 2 avahiyên mustaqil hilweşiyan. Li gor agahiyên bi dest ketin li gundê Dihêe yê qoserê du avahiyên mustaqil xera bûne.
Riha
Li navenda Rihayê û navçeyên wê gelek avahî hilweşiyan. Li Taxa Bahçelîevlerê ya navçeya Halîliye ya Rihayê avahiyek 6 qatî hilweşiya. Gelek kes di bin kavilên avahiyê de mane.