NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Alîkarê Serokomarê Dewleta Tirk Fuat Oktay, bilançoya erdheja ku îro li Mereş û Dîlokê bi şîdeta 7.4, 6.5 û 6.4 pêk hat û li gelek herêman bandor çêkir, eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê bilançoya heta niha wiha ye:
Li bajarên Bakûr û Tirkiyeyê bi giştî 284 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar û 323 kes birîndar bûn, hezar û 710 avahî hilweşiyan.
Bîlançoya bajaran jî wiha ye:
Mereş: 70 kesan jiyana xwe ji des da 200 kes birîndar bûn, 300 avahî hilweşiyan.
Hatay: 4 kesan jiyana xwe ji dest da, 7 kes birîndar bûn, 200 avahî hilweşiyan
Osmaniye: 20 kesan jiyana xwe ji dest da, 200 kes birîndar bûn, 83 avahî hilweşiyan.
Semsur: 13 kesan jiyana xwe ji dest da, 22 kes birîndar bûn, 100 avahî hilweşiyan.
Amed: 14 kesan jiyana xwe ji dest da, 226 kes birîndar bûn, 20 avahî hilweşiyan.
Riha: 18 kesan jiyana xwe ji dest da, 200 kes birîndar bûn, 60 avahî hilweşiyan.
Dîlok: 80 kesan jiyana xwe ji dest da, 600 kes birîndar bûn, 581 avahî hilweşiyan.
Kilîs: 8 kesan jiyana xwe ji dest da, 200 kes birîndar bûn, 50 avahî hilweşiyan.
Edene: 10 kesan jiyana xwe ji dest da, 118 kes birîndar bûn, 16 avahî hilweşiyan.
Meletî: 47 kesan jiyana xwe ji dest da, 550 kes birîndar bûn, 300 avahî hilweşiyan.