NAVENDA NÛÇEYAN – Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêber APO, îsal li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê destpê kir. Ciwan û jinên ciwan di roja 2’an de, li Lûdwîgsbûrgê dest bi meşê kir.
Jinên Ciwan û Ciwanên ku bi coşek mezi roja yekem a meşa xwe qedandin, îro wê di roja 2’an de li Lûdwîgsbûrgê dest bi meşê bikin. Bi sedan ciwan ji çar aliyên Ewropayê hatin ba hev û anîn ziman ku ji bo ew ji pêvajoyê re bibin bersiv xwe berpirsyar dibînin.
‘HER KÊLÎ, LI HER DERÊ EM JI BO RÊBERÊ APO DI ÇALAKIYÊ DE NE’
Ciwanan daxuyaniyek nivîskî dan û wiha gotin: “Em weke ciwanên Apoyî her kêlî, li her derê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo bi hîsê berpirsyariyê, di meşê de cihê xwe digrin. Bi taybetî di salvegera 10’emîn a komkujiya heval Sara, Rojbîn û Ronahiyê de li heman cihî şehîd xistina heval Evîn hêrsa ciwanên Kurd ên li Ewropayê mezintir kir.
Em ê komploya navneteweyî pûç bikin. Em ê tecrîdê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO mîsoger bikin.”
Endame TCŞ’ê Serhed Baran bal kişand ser erdheja li Bakurê Kurdistanê jî û banga piştevaniyê li Kurdên ku li Ewropayê dijîn, kir. Digot ku desthilatdariya AKP-MHP’ê fonê erdhejê ji bo şer bi kar aniye.
Ciwanên û jinên ciwan ku îro ji Lûdwîgsbûrgê heta Stûttgartê meşiyan, beriya meşê ji bo bîranîna kesên ku di erdhêja Bakurê Kurdistanê û Rojava de jiyana xwe ji dest dane, deqeyeke rêz digirt.
Ciwanan, piştî deqeyeke rêzgirtinê bi daxuyaniyekî diyarkirin ku ew li gel gel in. Di berdewamiya daxuyaniyê de hate hêrsa xwe ya li hemberî dewleta Tirk a faşîst ku li Kurdistanê tedbîrên pêwîs negirt û bi zanebûn gelê Kurd bi mirinê re rû bi rû hişt, anîn ziman.
Piştre bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” dest bi meşê kirin.
Di dema meşê de li ber girtîgeha Stammheîmê a li Stûttgartê, ji bo piştevaniya bi girtiyan re mîtîng li dar xistin. Dema ku ciwanan daxuyanî dida, ji girtîgehê dengên dirûşmeyan bilind bûn.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Merdan K. Û Mazlûm D. di encama têkiliyên Elmanya-Tirkiyeyê de hatine girtin û wiha hate gotin: “Aktivîstên ku xwe ji bo Tevgera Azadiya Kurd birêxstin dikin, tên krîmînalîzekirin. Hewl tê dayîn ku ciwanên Kurd ji çand, bawerî û zimanê wan dûrbixin. Bêedaletî û tundiya li ser Kurdan her tim bi şerê li hemberî PKK’ê tê rewakirin. Kurd beriya avabûna PKK’ê jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin. Em ji vir bi dengekî bilind dibêjin “Ji hemû girtiyên siyasî re azad.”
Ciwanan roja duyema a Meşa Dirêj, bi moreleke mezin li navenda bajarê Stûttgartê bi daxuyaniya li ser azadiya fîzîkî ya Rêber APO, bi dawî kirin.
Bernameya ciwanan wê danê êvarê bi çalakiyan bidome. Ciwanan di roja seyem a meşê de ji Stûttgartê heta Boblîngê bimeşin.