NAVENDA NÛÇEYAN – Bîlançoya erdhejên ku duh li Meşer û Dîlokê çêbûn û bandor li bajarên Meletî, Osmaniye, Amed, Riha, Kilîs û Semsur ên Bakûrê Kurdistanê, bajarên Edene, Hatay, Osmaniye yên Tirkiyeyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelek bajarên Sûriyeyê kir, her diçe giran dibe.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Rewşên Awarte û Afatan (AFAD) a Tirkiyeyê, hejmara kesên ku heta niha li bajarên Bakûr û Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane, derket 2 hezar û 921’an; 15 hezar û 834 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên dewleta Sûriyeyê hejmara kesên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan gihîşt hezar û 300 kesî. Sûriyeyê her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û dewletên endam kir ku karê lêgerîn û rizgarkirinê bimeşînin, xizmetên tenduristiyê, stargeh û xwarinê bikin.