NAVENDA NÛÇEYAN – Di du erdhejên ku navenda wê Mereş bû li pey hev pêk hatin de, hejmara miriyan zêde dibe. Bi hezaran kes hê jî di bin kavilan de ne. Nûçegihanên ajansa Mesopotamya ji herêmên erdhejê ragihandin ku xelkê şeva xwe li derve derbas kiriye û ji ber piştevanî ji bo wan nayê kirin li dijî îktidarê û saziyên wê bi bertek in.
Li navçeya Bazarcixa Mereşê ku navenda erdhejê ye, cara ewil bi pileya 7.7 û cara duyemîn jî bi pileya 7.6 hejiya. Mereş jî di nav de erdhejê bandora xwe li ser 10 bajaran kir. Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 6 hezarî bihûrî. Her saeta ku diçe bilançoya miriyan zêdetir dibe. Li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kilîs, Osmaniye, Edene û Hatayê OHAL hat ragihandin. Hê jî bi hezaran kes di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê têr nakin û tê gotin hê jî cihên ku tîman xwe negihandinê hene. Nûçegihanên ji herêmên erdhejê kêlî bi kêlî agahiyan radigihînin. Xelkên li herêmên erdhejê bi şerv li derve man û heta serê sibê erdhejok qet nesekinînin.
HEJMARA MIRÎ ZÊDETIR DIBE
Li Rihayê hejmara qurbaniyan gihîşt 95’an û 195 jî birîndar bûne. Cenazeyên qurbaniyên ku li Semsûrê jiyana xwe ji dest dane, li korîdorên Nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê û li ber dibistanan tên sekinandin.
Hat daxuyandin ku di erdhejê de 6 hezar û 234 kesan jiyana xwe ji dest dane û 37 hezar û 11 kes birîndar bûne.