DÊRAZORÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan çalakiya konvedanê li qada Şaredariya Gel a bajarokê El Kesra lidarxistin û duho bi bangawaziya mezinkirina têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber APO dawî kir. Di bin konê çalakiyê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Bi şoreşa jinan em dê azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bînin” û “Ciwan fedaî Rêber Apo ne” hatin daliqandin.
Di çalakiyê de bi navê meclisên Dêrazorê endama rêveberiya Meclisa Bajarokê El Kesra Elya El Mihemed axivî û got: “Em tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin û bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku mudaxele bikin û tecrîdê bi dawî bikin.”
Her wiha endamê Komîteya Xizmetguzariyê ya rojavayê Dêrazorê Ehmed Beşar axivî û behsa Komploya Navneteweyî kir û destnîşan kir ku êrişên li dijî herêmê ji aliyê Tirkiyê ve, berdewama komployan e.
Bi navê Komîteya Xizmetguzariyê ya Herêma Rojava endamê rêveberiya komîteyê Ehmed El Beşar axivî û got: “Armanc dikin ku ewlehiya herêmê têk bibin, şertên xwe li me ferz bikin. Ji ber wê em bang li NY û dewletên dost dikin ku hewaya herêmê bigirin. Em êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin û soz didin hêzên xwe yên demokratîk ku li ber xwe bidin û heta dawiyê li rex wan li dijî tariyê bisekinin.”
Dûre ciwanan çalakiya xwe bi daxuyaniyekê bi dawî kir. Endamê tevgerê Elî El Ewad daxuyanî xwend.
Daxuyaniyî wiha ye: “Bi giyanê berxwedana girtîgehan em ê komployê têk bibin, bi rêberê xwe re azad bijîn. Heta rizgarkirina rêberê gelan Abdullah Ocalan têkoşîna me berdewam e. Em bang li ciwan û jinên ciwan li seranserî cîhanê dikin ku li hember desthilata navneteweyî serî hildin, ku armanc dikin çanda gelan biçewsînin. Em ji rêberê xwe re teqez dikin ku heta ew azad nebe têkoşîna me jî raneweste.”