HATAY – Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê ku ji ber erdhejê wêran bûbû, duh ji bo biçin cem malbatên xwe serî hildan. Burokratên AKP-MHP’ê “fermana gulebaranê” dan leşkeran. Herî kêm 3 girtî hatin kuştin.
Di rêya medya dijîtal dîmen hatin belav kirin ku wan kêliyan nişan dayê. Rayedarên Tirk li ser mijarê daxuyanî dan û bûyer weke ‘hewldanek ji bo revê’ pênase kirin. Hate ragihandin ku di bûyerê de 3 girtî hatine kuştin, 12 mehkûm jî birîndar bûne.
Berê we jî hatî raghihandîn ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Amedê serî hildan. Gardiyan gule li girtiyan reşandin.