NAVENDA NÛÇEYAN – Berbanga duşemê (6`ê Sibatê) li Bakurê Kurdistanê, bakur û navarasta Sûriyeyê bi pileya 7.7 erdhej çêbû. Erdhej li herêmên bakur û rojhilatê Lubnanê û herêma rojhilatê Deryaya Spî jî hat hîskirin. Heta niha bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek dever wêran bûne.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku hejmara kesên ji ber erdhejên di 6’ê sibatê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 12 hezar û 873’an û hejmara birîndaran jî gihiştiye 62 hezar û 914’an. AFAD’ê da zanîn ku piştî erdhejan 1052 erdhejok çêbûne.
Li Sûriyeyê Bîlançoya qurbaniyên erdhejan rabû 2 hezar û 998`an û ya birîndaran jî bû 5 hezar û 192. Li gorî daxuyaniya duh a Wezîrê Tenduristiyê yê hikumeta Şamê Dr. Hesen Mihemed El Xebaş, bîlançoya qurbaniyan bû hezar û 262, ya birîndaran jî bû 2 hezar û 285 kes. Bîlançoya Wezareta Tenduristiyê tenê herêmên kontrola hikumeta Şamê digirin nava xwe.
Li gorî bîlançoya Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber erdhejê 6 kesan jiyana xwe ji dest daye, 57 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku li herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de jî, hezar û 730 kesî jiyana xwe ji dest daye, zêdetirî 2 hezar û 850 kes jî birîndar bûne. Bi sedan malbat hîna di bin enqazan de ne, ji lew re dibe ku bîlnaço girantir bibe.
Heya niha hejmara kesên ku di erdhejê jiyana xwe ji dest da gihişt 21 hezar û 63.