OFFENBURG – Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêber APO ji aliyê ciwanan ve hatibû destpêkirin, di roja 5’emîn de ye. Ciwanan ji bajarê Offenburg ê Elmanyayê di roja 5’emîn de jî meşiyan. Ciwanan bertek nîşanî encama erdhejê dan û pankarta “Berpirsyar, polîtîkaya mêtingeriyê ya 100 salî ya dewleta Tirk a faşîst a li Kurdistanê ye” vekirin.
Her wiha hate diyarkirin, dewleta Tirk ji ber ku tevdîrên erdhejê nestendiye sûcdar e û nerazîbûn nîşanî nedana alîkariyê hate kirin. Di meşê de ciwanan bang li derdorê kirin û di heman demê de li ser rewşa Rêber APO belavok belav kirin.
Ciwan û jinên ciwan diyar kir ku armanca meşa wan azadiya fîzîkî ya Rêber APO e û gotin, “Heta ku Rêber APO bi awayekî fîzîkî azad nebe wê siyaseta qirêj a li Kurdistanê jî bi dawî nebe.”
Ciwanên ku her sal bê rawestan dimeşin, di roja 5’emîn de bi dirûşmeya “Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber APO di sala 2023’an de di serketinê de misoger bikin” ketin rê.