SOLOTHÛRN – Ji ber ku mîtînga 11’ê Sibatê ya li Strasboûrgê ji ber erdehejê hate betalkirin, Meşa Dirêj a Enternasyonalîstan di roja çaremîn de bi dawî bû.
Aktîvîstên enternasyonalîst ên beşdarî meşê bûn, wê sibê biçin bajarê Frîebûrg ê Elmanyayê û bi şaxa Ciwanan a Elmanyayê re bicivin.
Meşa Dirêj a Enternasyonalîstan di roja çaremîn de li bajarokê Gerlafîngen a Kantona Solothûrn a Swîsreyê dest pê kir. Aktîvîstên ku li bajarê Wiedlisbach bêhn vedan, meşa xwe li bajarê Oesîngenê bi dawî kirin.
Enternasyonalîstên ku li vir daxuyanî dan diyar kirin ku di erheja Kurdistanê de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane û lewma dawî li meşa xwe anîne. Aktîvîstên enternasyonalîst ragihandin ku wê li bajarê Frîebûrg ê Elmanyayê bi aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Tekoşer (TekoJİN) ku li Elmanyayê dimeşin re bicivin û bi daxuyaniyekî çalakiya xwe bi dawî bikin.