NAVENDA NÛÇEYAN – Di roja 5’an de, bîlançoya erdhejên ku 6’ê Sibata 2023’yan bi bajarê Mereş ê Bakûrê Kurdistanê pêk hatin û lig elek bajarên Bakur û Tirkiye, her wiha Suriyeyê bûn sedema hilweşandin û windahiyan, girantir bû.
Li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê hatine dagirkirin, hejmara heta niha 2 hezar û 30 kesan jiyana xwe ji dest daye, 2 hezar û 950 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku hîn jî gelek kes di bin xirbeyan de û dibe ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.
Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Şamê Dr. Hesen Muhammed El Xebaş diyar kir ku heta duh hezar û 347 kesan jiyana xwe ji dest daye, 2 hezar û 295 kes jî birîndar bûne.
Lê feyde heye ku bê gotin reqemên wezîr dane tenê yên derbarê herêmên di kontorla hikûmeta Şamê de ne.