NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 30 tankerên sotemeniyê amade ne û li benda derbasbûna li herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê ne û xebat ji bo amadekirina karwanên din ku bişînin herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de tên kirin.
Hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq Mihemed El Xelef li ser şandina sotemeniyê ji herêmên erdhejê re axivî û wiha got: “Ew Rêveberiya Xweser û şaneya krîzê ya ji bo sekinandina li ser bûyerên erdhejê li Sûriyeyê hatiye avakirin li deriyê Um Cilûd in, da ku tankarên alîkariyên mirovî yên tê de sotemenî û madeyên alîkariyê hene derbasî herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê bikin.”
El Xelef ev tişt anî ziman: “Dê 30 tankarên sotemeniyê radestî rêxistinên mirovî yan jî White Helmets (kumspî) ên di karê mirovî de li herêmên bakurê rojvayê Sûriyê yên dagirkirî dixebitin, bikin. Ew karwanên din amade dikin da ku derbasî hundirî herêmên hikumeta Şamê bikin, da ku alîkariya mexdûrên erdhejê bikin.”
Heta vê kêliyê dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê nahêlin alîkariyên ji hêla Rêveberiya Xweser derbasî herêmên erdhejê bin.