MELETÎ – Li Meletî xelk di bin bêderfetiyê de hewl didin jiyana xwe bidomînin. Tevî ku berê dewleta dagirker Tirk berê ewqas para kom kir, niha xuya yê ku dewleta dagirker ev pere ji bo berjevendiyê xwe û ji bo şer bikar anî.
Ligel ku dewleta Tirk a dagirker bi salan e pereyê gel kom dike jî, niha konên erdhejê jî nade gel.
Malbateke ji Kobanê li dijî hewaya di bin sifirê de bi derfetên xwe cihê jiyanî ava kir û hewl dide jiyana xwe bidomîne. Ciwanên ku li ser esasê hevgirtinê alîkariya gel dikin dibêjin ku gel nikare xwarinê jî peyda bike.