REQA-Li Reqayê şênî, rûspî û serokeşîrên bajêr, endamên saziyên sivîl Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Reqayê derketin xwepêşandanê û banga azadiya fîzîkî ya rêber Apo kir.
Xwepêşandan ji pêşiya qada Meclisa Giştî dest pê kir û li qada Îtfaiye (Agirkujiyê) rawestiya û veguherî mitingê. Di çalakiyê de xwepêşandêran, wêneyên Rêber Apo, alên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Partiya Sûriya Pêşerojê hildan, sloganên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bibinkeve Komploya Navneteweyî”, “Azadî ji bo Serok Apo” berz kirin.
Li qadê endamê Saziya Kar û Barên Olî Elî El Salih daxuyaniyek bi navê şêniyên bajêr xwend.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku fikrên rêber Apo, rasterast bandor li pêkhateyên Sûriyê kir ku xwe li gorî wê û li ser bingeha fikrê netewa demokratîk û biratiya gelan xwe birêxistin kirin û rêveberiyên xwe yên xweser û sivîl ava kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tecrîd li dijî qanûnên navneteweyî ye.
Di dawiyê de xwepêşandêran, banga bidawîkirina tecrîdê li ser rêber Apo û pêkanîna azadiya fîzîkî ya wî kir.