NAVENDA NÛÇEYAN –
‘Me welatparêziya welatekî ku tu kesî navê wê jî nedianî ziman kir. Me rastiya gelekî ku qet tu kesî nedixwest nasnameya wê jî bîne ziman derxist holê. Me rastiya taybetmendiyên netewî mîna ku her kes jê fedî bike û jê direviya da diyarkirin. Ev şer, şerê fikra mezin û şerê wêrekiya mezin e… Ev şer; dîsa şerekî wisa ye qasî ku bersiv dayîna dîrokekî hatiye tinekirin, ji bo hêviya pêşeroja pir zemhet jî, tekane riya destpêkirinê ye. Ma da diyarkirin ku em bi şer dikarin çi bikin. Em dibêjin ku, bi tenê bi riya siyasetê encam bigrin. Bi rêbazên aştiyane, bi rengekî bi bandor bila bikevin dewreyê. Eger em ji vê encam negrin, bila hemû gelê me bizane ku, emê teslîm nebin. Bûn û nebûna min ewqas ne girîng e!
Me bi navê şerefa mirovahiyê dest bi vî karî kir.
Ev mahşer û qiyamet, ev îşkence, ev xwîn, ev sebir, ev rik tenê û bi tenê ji bona israra di mirovbûyînê de ye. Ez xwe baş nas dikim, ez vê partiye jî baş nas dikim. Weke din jî, ji roja bûn û hebûnê li ser van xakan mirovên dildarê azadiyê her jiyan kirine. Dibe ku qet neşibe yên tu welatan. Dibe ku qet neşibe yê tu pirtûkan jî. Dibe ku di tu pirtûkan de jî nehatibe nivîsîn. Lê şerekî azadiyê her hebûye. Ger pirtûka wê tam nehatibe nivîsandin, ji ber ku tam rizgariya wê pêknehatiye. Heta pirtûkên hatine nivîsîn, eger bêhtirî xwe pirtûkên nîvçe mayîne, ew jî ji ber ku rizgarî tam pêk nehatiye.
Û di heman demê de PKK ev bixwe ye.
PKK romanek e ku hin neqediyeye, helbestek e, stranek e û xweşik e! Gencine li cihên ku hatine windakirin mirov lê digere, mirovahî cihê ku lê çêbûye, li ser kokên wê tê lêkolîn kirin.
Û eger bê dîtin, wê di vê derê de bê dîtin. Navenda wê ev der e. PKK, ev 40 sal e li mirov digere. Beriya her tiştî li mirovên xwe… Û ev mirov mirovê pêşî ye. Eger ya herî rast çêbibe j, wê ew bibe mirovê herî dawî jî. Ez nabêjim mirin, wê bi jiyan re pêşbikeve. Tu kes nikare bibêje, PKK cihê mirina hêsan e. Na! Mirin li her cihê hêsan e, lê di PKK’ê de pir bi zor e.
Dîsa êş û îşkenceyan ku zordar disepînin hene.
Şewat û wêranî hene. Çendîn mirov şewidandin.
Bi her cure teknîk, çekan û îşkenceyan şewitandin.
Û DILÊ ME DIBÊJE KU
EM Ê ÇAWA XWEDÎ LI BÎRANÎNA EWÊN KU HATINE ŞEWITANDIN DERBIKEVIN?
VAYE, PKK HÊZA TOLHILDANA VÊ YE!
Çavkanî: Di Pirtûkê Tofana Azadiyê – Berxwedana Şarê Cîzra Botan hatiye derxistin.