NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê St. Gallenê yê Swîsreyê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) doh êvarê saet di 19:00 de afîşên kampanya alîkariyê ya Heyva Sor a Kurdistanê yên ji bo mexdûrên erdhejê belav kirin.
Li bajarê Bonnê yê Elmanyayê, ciwan bi rengekî çalak tevlî kampanya ji bo alîkariyê dibin.
Li bajarê Sait-Avold ê Fransayê û derdora wê jî endamên TCŞ û Tevgera Jinên Têkoşer (TêkoJIN) karê ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re meşandin.
Ciwanan bang li her kesî kirin ku bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê piştevaniya li mexdûrên erdhejê re bikin.