NAVENDA NÛÇEYAN – Di 6’ê Sibatê de 2 erdejên bi pileya 7.6 û 7.7 li Bazarcixa Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ku navenda erdhejê bû pêkhat. Erdhejê bandora xwe li gel bajarên Kurdistan, Tirkiye û Suriyeyê kir.
Li gorî rayedarên dewleta Tirk, heya niha di erdheja li Bakurê Kurdistanê de 24 hezar û 617 kesan jiyana xwe ji dest dane. Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Fûat Oktay da zanîn ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bû 24 hezar û 617 kes. Herwiha Oktay da zanîn ku heya niha 80 hezar û 278 kes jî birîndar bûne.
Erdheja bihêz ya li Mereş û Dîlok ya bakurê Kurdistanê bandoreke zêde li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê jî kir. Herî zêde erdhejê bandor li Idlib, Helep, Hema, lazqiyê, Tartus û Reqa bandorek zêde pêk hat. Çavdêriya mafê mirovan a Sûriyê gotin heya niha 5 hezar û 200 kes tomar kirin. Li herêmên dagirkîrî rewş xirabtir e. Mînaka herî ber biçav Cindirêsê ye.
Li gorî agahiyên ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, di erdhejê de heta niha zêdetirî 2 hezar û 167 kesan jiyana xwe ji dest daye, zêdetirî 2 hezar û 950 kes jî birîndar bûne. Bi sedan malbat hîna di bin enqazan de ne û dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku heta niha li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de, hezar û 408 kesan jiyana xwe ji dest daye, 2 hezar û 341 kes jî birîndar bûne.
Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di erdhejê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da, 57 kes jî birîndar bûn.
Hejmara qurbaniyên erdheja li Sûriyeyê bû 3 hezar û 581 kes, hejmara birîndaran jî derket zêdetirî 5 hezar û 348`an. Hê jî gelek kes di bin xirabeyan de ne û dibe ku bîlanço girantir bibe.
Mexdurên erdhejê li vir jî ne ji dewleta Tirk û ne jî ji civaka navneteweyî alîkarî girtine. Alîkariya ku ji rêveberiya xweser jî tê şandin, tê astengkirin.
Hikumeta Şamê nahêle alîkariyên mirovî yên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Helebê re amade kiriye, di deriyê Tayihe yê Minbicê re derbas bibin. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di daxuyaniyekê de got, hikumeta Şamê deriyan li ser hesabê qurbanî û mexdûran polîtîze dike û nahêle tu alîkarî werin pêşkêşkirin. TEV-DEM diyar kir ku ruxmî bangên alîkariyan ên ji bo mexdûran re hikumeta Şamê tevnagere, lê li ser hesabê qurbanî û mexdûran alîkariyan polîtîze dike.
TEV-DEMʹê nêzîkatiyên hikumeta Şamê şermezar kir û wiha domand: “Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin. Hikumeta Şamê nahêle kamyonên alîkariyê ji bo mexdûrên ku pêwîstiya wan pê heye, derbas bibin.”